ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-03-2026
9 adar, 2026   02:00

Dengekî zelal û bihesret ji nava dilê Kurdistanê bilind dibe û dibêje “Yarek min heye, bi navê jîn e, tor û nazenîn ji min bi kîn e, qelenê giran ne bi zêr û dirav, ji min dixwaze tim jîn û xwîn e. Ma ez çi bêjim ku ez razî kim, li çar birê xwe ez ê gazî kim”. Hunermedê mezin Mihemed Şêxo bi van ristan bang li Kurdan kiribû, îro li ber serê gora wî ciwanên Kurd sînoran dişikînin û mizgîniya yekitiyê didin hunermendê neteweyî.

Çalakvana Sûriyeyî Insaf Silêtîn anî ziman ku li Sûriyeyê jin her tim dibe qurbana şer, di siyasetê de cih nadin jinan û di destûrê Sûriyeyê de qanûnên parastina jinan nînin.

Rewşenbîran bang li gelê Rojava kir ku bi hejmareke mezin tev li Newrozê bibin û bi ruhê wê yekitiya xwe xurt bikin.

Şîrovekarekî siyasî yê Kurd diyar kir bi zêdebûna şerê li dijî Îranê re û guhertina hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn, Kurd qonaxek hestiyar dijî. Ji bo Kurdan hem rîsk hem jî firset hene.

Dema ku li cihekî neheqî, zilm û zordarî derdikeve holê, berxwedan dibe bersiva herî rast. Ji ber ku di dîrokê de destpêkê li jinan hatiye xistin û mafên jinan ji dest hatine girtin, berxwedanê jî bi jinan dest pê kiriye. Kujerên kastîk êrişî klana jin-dayikê kir, birayê wê qetil kir. Dayika xwedawend û zarokên wê revandin, berhem û zeviyên wê talan kirin. Lê tu carî jinan serî netewand. Tu carî neheqiya ku li ser hate ferzkirin, nepejirand.

Karwana yekemîn a koçberan ji Çerxerêya Panorama ya bajarê Hesekê ber bi Efrînê ve dikeve rê. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi rihê Şehîd Denîz û şehîd Ziyad Heleb û ji bo piştevaniya berxwedana hebûn û rûmetê komek hunermên Komîna Wênexêziyê ya Cizîrê pêşangehekê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişloyê organîze dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Di salvegera 37ˊemîn a koça dawîn de, HRRKˊê û Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê serdana gora Mihemed Şêxo ya li goristana Hilêliyê dike, 11.00ˊan, Yekitiya Hunermendên Cizîrê û Navend Mihemd Şêxo ya Çand û Hunerê li navenda bi wî hatiye navkirin wî bi bîr tînin, 14.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN