Li Tişrînê 92 roj

Berxwedana Bendava Tişrînê 3 mehên xwe temam kirin. Berxwedêrên ku 15’ê Sibatê, 8’ê Adarê, 15’yê Adarê, Newroz û Cejna Remezanê li bendavê pêşwazî kirin, biryardariya xwe ya dijî dagirkeriyê nîşan dan. 

Li Tişrînê 92 roj
9 nîsan, 2025   09:20
QAMIŞLO

Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku ji 8’ê Kanuna 2024’an ve li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozakê didomin, gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ji 8’ê Çileya 2025’an ve li ser bendavê di berxwedaniyê de ne. 

Berxwedêran li beramberî  sermaya zivistanê û hemû êrişên dagirkeran, 3 meh li pey xwe hiştin.

Di 92 rojên çalakiya sivîl de, ji hemû pêkhateyên herêmê (Kurd, Ereb, Asurî-Suryanî, Ermen) ciwan, jin, kal û pîr bi hezaran kesan biryardariyek mezin nîşan da.

Çalakiya ku her 2 rojan carekê bi awayekî dorveger tê meşandin, bi beşdariya komên ji kantonan didome. Ji 8`ê Çileyê heta 8`ê Nîsanê ji kantona Firatê 7, ji kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê 6 û ji kantona Cizîrê jî 14 komên cuda tevlî çalakiya nobedariya bendavê bûne.

Çalakvanên li gel sermaya zivistanê, 15’ê Sibatê (1999) salvegera komployaya navenetewî ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan hatiye meşandin, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, 15’ê Adarê salvegera destpêkirina şoreşa Suriyeyê, 21’ê Adarê Cejna Newrozê, meh û Cejna Remezanê li ser bendavê pêşwazî kirin.

ÊRIŞÊN DAGIRKERAN

Ji destpêka çalakiyê heta niha êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî ranewestiyan e. Di encama êrişên hewayî yên balafirên dewleta Tirk a dagirker de 25 welatiyên ku di nava wan de rojnamevan, siyasetmedar, rêveber û werzîşvan jî hene şehîd bûn û 240 welatî jî birîndar bûn.

8`ê Çileyê dewleta Tirk a dagirker karwanê sivîlan ê ku ber bi Bendava Tişrînê ve diçû, bombebaran kir. Di encamê de Zozan Hemo, endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Kerem Ehmed El Şihab El Hemed, welatiyên bi navê Azad Ferhan Mihemed Hesan, Mistefa Ebdî, Osman Îbrahîm û Elî Ebas Şaşo şehîd bûn.

15`ê Çileyê de jî dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li nobedarên bendavê barandin. Di encamê de xebatkarê tenduristiyê Omer Hesen, Hêza Mihemed û hevjînê wê Edhem Mistefa Elî, Osman Îbrahîm û xwendekara bi navê Ronîza Mihemed Elî şehîd bûn.

Di bombebarana 16`ê Çileyê ya li dijî karwanê sivîlan ê diçû bendavê de şêniyê bi navê Mihemed Qamso şehîd bû.

17`ê Çileyê dewleta Tirk a dagirker careke din karwanê gel ê diçû bendavê bombebebaran kir. Di bombebaranê de xebatkarên tenduristiyê yên bi navên Mahir Cafer Mihêmîd û Mihemed Hiso şehîd bûn.

Di bombebarana roja 18`ê Çileyê ya li dijî nobedarên bendavê de, şêniyên bi navên Ekrem Şêx Hisên Rexo, sporvan Kêfo Osman, hevseroka Nivîsgeha Qamişloyê ya PYD’ê Menîce Heyder, endamên Meclisa Bajarê Qamişloyê Muzefer Remedan, Mihemed Ebdulqadir Îbrahîm û şanoger Bavê Teyar (Cuma Îbrahîm Xelîl) şehîd bûn.

Dewleta Tirk a dagirker 21`ê Çileyê careke din li nobedarên Bendava Tişrînê da. Di encamê de jina bi navê Hezna Ebdî û şêniyê bi navê Mihyedîn Hisên Omer şehîd bûn.

22`yê Çileyê nobedarên parastina Bendavê careke din hatin hedefkirin. Di encamê de welatiyê bi navê Mihemed Şefîq Îsmaîl şehîd bû.

25`ê Çileyê dewleta dagirker li çalakgerên bendavê da û ciwanê bi navê Mihemed Xelîl Hemo qetil kir.

26`ê Çileyê di saetên nîvro de balafireke bêmirov a biçek a dewleta dagirker bombe li nobedaran barandin, di encamê de zêdetirî 34 kes birîndar bûn. her wiha di êrişên li ser nobedarên bendavê de, 7 jê rojnamevan, hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî û cîgira hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Hemrîn Elî jî di nav de birîndar bûn.

15`ê Sibatê dewleta Tirk a dagirker careke din bi balafireke bêmirov êrişî nobedarên bendavê kir. Di encamê de rojnamevan Egîd Roj ê ku berxwedana gel dişopand, şehîd bû.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 8`ê Kanûna 2024`an dest bi êrişên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê kiriye, di encama êrişan de ku balafirên şer, yên bêmirov ên biçek, obîs, moşek û tank û hawan tê de têne bikaranîn, zirarên mezin gihaştine bendavê.

HESTÊN ÇALAKVANAN

Welatiyên ku bi koma Kantona Firatê re tevlî çalakiyê bûne hestên xwe yên têkildarî çalakiyê ji ANHA’yê ve anîn ziman.

Cîlan Şêx Mihemed (62) da zanîn ku piştî ku êrişên li dijî Bendava Tişîrnê destpê kirin, wê xwestiye li gorî hêza xwe tevlî parastina xaka xwe bibe û got: “Em ji top û balafirên wan natirsin, ev 4 meh in êriş ranewestiyan e, lê em ji gundê xwe derneketin.”

Mistefa Iwêş (58) destnîşan kir ku wan weke xelkê Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê soz û biryar daye ku dest ji Bendava Tişrînê bernedin û got: “Me carekê biryar girtiye, em ê ti carî bendava xwe ji dijmin re nehêlin. Heta ku yek ji me li herêmê bimîne jî, em ti carî serê xwe li ber wan netewînin. Me berê bi berxwedana xwe li hemberî DAIŞ`ê ev isbat kir û bila Erdogan vê bizanibe.”

Xanim Mehmûd (58) jî, diyar kir ku ew ji bo welatê xwe li bendavê nobetê digire.

(ekib)

ANHA