Li Efrînê ji ber hildana ala Tirkiyeyê çalakiya Zimanê Kurdî hat betalkirin

Ji ber redkirina rakirina ala Tirkiyeyê li Navenda Çandê ya bajarê Efrînê çalakiya Cejna Zimanê Kurdî hat betalkirin.

Li Efrînê ji ber hildana ala Tirkiyeyê çalakiya Zimanê Kurdî hat betalkirin
14 gulan, 2026   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, çalakiya Cejna Zimanê Kurdî ku biryar bû li Navenda Çandê ya bajarê Efrîn were lidarxistin, piştî nakokiya li ser rakirina ala Tirkiyeyê ji hola navendê, hate betalkirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, diviyabû çalakî saet di 13:00'ê de li Navenda Çandê ya Efrînê dest pê bikira. Lê beşdaran daxwaz kir ku ala Tirkiyeyê ya di holê de were rakirin.

Heman çavkaniyan da zanîn ku berpirsên Zanîngeha "Gaziantep" daxwaza beşdaran red kir. Ev yek jî bû sedema betalkirina çalakiyê û vekişîna beşdaran ji cihê bûyerê.

Hat destnîşankir ku Navenda Çandê ya Efrînê, piştî ku girêdayî Fakulteya Perwerdê ya Zanîngeha Gazientep bû, êdî girêdayî Gerînendetiya Çandê ya Helebê ye.

(fr)