Koordînasyona Jinan a MSDˊê banga pêşxistina rola jinan kir

Koordînasyona Jinan a MSDˊê di civîna xwe de banga lidarxistina komxebateke şêwirê ya berfireh ji bo xurtkirina rola jinan di diyaloga neteweyî û sazkirina siberoja Sûriyeyê de, kir.

Koordînasyona Jinan a MSDˊê banga pêşxistina rola jinan kir
Koordînasyona Jinan a MSDˊê banga pêşxistina rola jinan kir
Koordînasyona Jinan a MSDˊê banga pêşxistina rola jinan kir
Koordînasyona Jinan a MSDˊê banga pêşxistina rola jinan kir
Koordînasyona Jinan a MSDˊê banga pêşxistina rola jinan kir
Koordînasyona Jinan a MSDˊê banga pêşxistina rola jinan kir
30 cotmeh, 2025   23:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi amadebûna hevseroka meclisê Leyla Qereman , cîgira hevserokatiyê Canda Mihemed civîneke berfireh li dar xist. Di civînê de pêşdeçûnên dawî yên li qada Sûriyeyê, nirxandinên rewşa jinan û rola wê di qonaxa heyî de hatin nîqaşkirin.

Di civînê de Leyla diyar kir ku qonaxa ku Sûriye tê re derbas dibe "qonaxa aştiyê ye" û gelek kes naxwazin ev pêvajo bigihîne serî. Leyla got "Pêdiviya aştiya rastîn bi hêmanên aşkera û vîna siyasî ya cidî heye ku ji beşdariya jina Sûriyeyê di sazkirina siberoja welat de dest pê dike."

Leyla anî ziman ku "Divê jina Sûriyeyê pêşîniyên xwe ji nû ve saz bike û di vê qonaxa veguhêz a hesas de bibe pêşeng. Ji ber temsîla heyî ya jinan nagihîne asta hêviyên wê û fedakariyên wê nîşan nade. Divê jinên ji Sûriyeyê dengê xwe bilind bikin, hewlên jinan bibin yek û li ser pransîbûna bingehîn a Sûriyeya nû li hev bikin."

Leyla bang li tevahî jinan kir ku komxebateke şêwirê ya berfireh ji bo nîqaşkirina siberoja Sûriyeyê, xebata siyasî û hilbijaritnan li dar bixin û got: "Tayînkirin û biryarên dawîn temsîla dengê jina Sûriyeyê nakin û çi xebata siyasî ku jinê bi dûr bixe bi ser nakeve."

Di dewama axaftina xwe de Leyla destnîşan kir ku nebûna yasaya partiyên siyasî li Sûriyeyê li pêş veguherîna demokrasiya rastîn astengiyek e û got: "Gelo, di demekê de xebatên partiyan û siyasetê bi serbest nayên birêxistinkirin, çawa axaftina li ser jiyana demokratîk tê kirin?"

Leyla aşkera kir ku pêwîstiya hikumeta veguhêz di qonaxa bê de bi vegera li performansên xwe heye û divê derfetê li pêş hêzên siyasî, jinan û pêkhateyên Sûriyeyê veke û gavên cidî dûrî siyasetên paşguhkirin û dûrxistinê biavêje.

Leyla Qereman anî ziman ku xelasî û çarenûs di destê Sûriyeyiyan bi xwe de ye û hewcedariya welat bi dengên opozîsyona neteweyî heye ku hêzên siyasî aktîv bike û bihêle hikumet bikeve rêya rast.

Di dawiya axaftina xwe de Leyla Qerem got MSDˊê ji nû ve xebatên xwe yên li ser komxebateke taybet bi rêgezên destûrê dan destpêkirin û da zanîn ku armanc ji vê komxebatê ew e ku lihevkirina neteweyî di navbera tevahî Sûriyeyiyan de bi rêya rêzepanel û diyalogên berfireh pêk bê û bêyî xurtkirina siyasî û civakî ya jinan û bidawîkirina metoda paşguhkirinê ne pêkan e Sûriye rabe ser pêyan.

Di civînê de beşdaran rewşa siyasî û rêxistinê ya li Sûriyeyê nîqaş kir û diyar kir ku pêdiviya welat bi nêrîneke neteweyî ya nû ya li ser pransîbên nenavendiya demokratîk heye.

Beşdaran li hev kir ku nenavendî projeyeke neteweyî ya berfireh e ku di nava xwe de hemû pêkhateyan bi awayekî adilane digire dest û pêkhatey karên xwe yên siyasî, aborî û civakî bi rê ve dibin.

Girêdayî mijarê, cîgira hevserokatiya MSDˊê Canda Mihemed got nenavendî temsîla çarçoveya herî guncaw a misogeriya yekitiya welat û pêkanîna edaletê di nava pêkhateyan de dike û diyar kir ku diaylgoa navxweyî rêya yekane ya gihandina ber bi çareseriya neteweyî ya giştî ye. Canda anî ziman ku rola jinê di vê rêveçûnê de girîng e, ew ne tenê bikireke civakî ye, lê şirîka sazkirina biryar, çêkera aştî û avakirina dewleteke demokratîk e.

Beşdaran diyar kir ku jina Sûriyeyê di her pêvajoyeke veguhertina rasteqîn a demokratîk de kevirê bingehîn e û beşdariya wê ya aktîf di dayîna biryara siyasî de temsîla garantiya bingehîn a avakirina Sûriyeya siberojê ya li ser bingeha edalet, hemwelatî û wekheviyê, dike.

Di dawiya civînê de lihevkirin li ser lidarxistina rêzeçalakiyan di qonaxa bê de; weke amadekariya lidarxistina komxebateke neteweyî ya taybet bi têkoşîna dijî tundiya li ser jinê, pêk hat.

(fr)