ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-10-2025
31 cotmeh, 2025   02:00

Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd a Onkolojî – Talasîmya – Şewatê, 450 nexweşên Talasîmya ku piraniya wan zarok in tedawî dike û bang li gel dike ku ji bo jiyana nexweşan xwînê bidin. BI WÊNE Û DÎMEN

Rewşenbîrên ji kantona Cizîrê diyar kir ku gavên tevgera azadiya Kurdistanê veguhertina dîrokî ya di têkoşîna gelê Kurd de nîşan dide. Rewşenbîran got lewma jî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dergehê çareseriya demokratîk e. BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakvan û hiqûqnasan daxwaz kir ku sîstema nenavendî li Sûriyeyê pêk were û destnîşan kir ku tekane rêya parastina mafên hemû pêkhateyên li Sûriyeyê, sîstema nenavendî ye. Her wiha xwestin ku destûreke nû bikare qonaxa veguhêz bi edalet pêk bîne û rê li ber vegera yekdestdarî û zilmê bigire. BI WÊNE Û DÎMEN

"Şehîd Cîhan ji bo min çîrokeke serkeftinê ye, lewma min ew wek mijara tabloya xwe hilbijart." Bi van gotinan hunermenda ciwan Ciwana behsa çîroka tabloya xwe kir ku tê de wêneya nûçegihana me şehîd Cîhan Bîlgin xêz kiriye. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên Serêkaniyê destnîşan kir ku hebûna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rê nade ew bi ewle vegerin bajar û gundên xwe û xwest dagirkerî bi dawî bibe da ku bi ewle û bi komî vegerin warê xwe. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Hesekê ji bo piştgiriya QSDˊê li Parka 4ˊê Nîsanê şahiyekê li dar dixe, 16.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN