Nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê: Em amade ne bi Beyrûtê re hevkariyê bikin

Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Lubnanê Ebduselam Ehmed ragihand ku ew amade ne di hemû mijarên xwedî girîngiyên her du aliyan de bi Beyrûtê re hevkariyê bikin. Ji nav wan mijaran vegerandina malbatên Lubnanî ji Sûriyeyê û vegerandina penaberên Sûriyeyî yên li Lubnanê.

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê: Em amade ne bi Beyrûtê re hevkariyê bikin
30 cotmeh, 2025   23:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Lubnanê Ebduselam El Ehmed ji kenala Ronahî TV re ragihand ku di serdana şandeya Rêveberiya Xweser ji bo Beyrûtê de, mijarên girêdayî penaberên Sûriyeyî yên li Lubnanê bi zelalî bi Lubnanê re hatin nîqaşkirin.

El Ehmed got ku ji bo vegerandina malbatên Lubnanî, Rêveberiya Xweser heta asta herî bilind dikare hevkariyê bi hikumeta Lubnanê re bike.

El Ehmed diyar kir ku hevdîtina wan bi berpirsên Lubnanê re erênî bû û aliyê Lubnanî jî amadebûna xwe ji bo hevkariyê nîşan da.

El Ehmed girîngî bi sivikkirina barê hikumeta Lubnanê bi rêya vegerandina penaberên Sûriyeyî yên li wir, da.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh şandeya Rêveberiya Xweser serdana Beyrûtê kirib û bi berpirsên Lubnanî re gelek mijarên dualî nîqaş kirin.

(mh/fr)