Konvoyek Îsraîlê derbasî baregeha Til El Ehmer a Quneytîrayê bû

Çavkaniyên xwecihî ragihand ku konvoyek leşkerî ya Îsraîlê ku ji 3 tang û 6 wesayîtan pêk tê ji Colanê derbasî baregeha Til El Ehmer El Xerbî ya Quneytîrayê bû.

Konvoyek Îsraîlê derbasî baregeha Til El Ehmer a Quneytîrayê bû
14 ÇILE, 2026   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî daxuyand ku konvoyek leşkerî ya Îsraîlê ji Colanê derbasî baregeha Îsraîlê ya li Til El Ehmer El Xerbî ya li Quneytîrayê bû. 

Çavkaniyan anî ziman ku konvo ji 3 tang û 6 wesayîtên leşkerî pêk hat, lê nehat zanîn ku ev tevger dikevin çarçoveya pêşdeçûnên leşkerî yên nû yan tedbîrên rojane yên rûtînî ne.

(fr)