Konseya Navîn û Rojavayê Sûriyeyê banga boykotkirina `erkdarkirinên Parlamentoyê` kir

Konseya Siyasî ya Navîn û Rojavayê Sûriyeyê banga boykotkirina erkdarkirinên di parlamentoyê de kir û bang li şêniyên herêmê kir ku tev li avakirina desteyên hilbijartinan nebin.

Konseya Navîn û Rojavayê Sûriyeyê banga boykotkirina `erkdarkirinên Parlamentoyê` kir
3 îlon, 2025   21:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Siyasî ya Navîn û Rojavayê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ew bi temamî “erkdarkirinên di parlamentoyê de” boykot dike. Di heman demê de bang li şêniyên li navîn û rojavayê welêt kir ku avakirina desteyên hilbijartinan boykot bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye nivisîn: “Em rewşa halê hazir qebûl nakin. Desthilat rewabûnê û nûnertiya pêkhateyan li hemberî civata navneteweyî îdia dike, lê em vê yekê red dikin. Wê bi rêya qanûnên hovane îdia kir ku erêkirina pêkhateyan bi dest xistiye. Divê em pabendî biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY ya hejmar 2254 bin.”

(şx)