Li Dirbêsiyê şehîd Çiya Rizgar hate bibîranîn

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê, endamê Koordînasyona Komalên Ciwanan şehîd Çiya Rizgar bi bîr anîn û soza berdewamiya rêya şehîdan dan.

Li Dirbêsiyê şehîd Çiya Rizgar hate bibîranîn
Li Dirbêsiyê şehîd Çiya Rizgar hate bibîranîn
Li Dirbêsiyê şehîd Çiya Rizgar hate bibîranîn
Li Dirbêsiyê şehîd Çiya Rizgar hate bibîranîn
Li Dirbêsiyê şehîd Çiya Rizgar hate bibîranîn
Li Dirbêsiyê şehîd Çiya Rizgar hate bibîranîn
3 îlon, 2025   21:17
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li kantona Cizîrê ji bo endamê Koordînasyona Komalên Ciwanan şehîd Çiya Rizgar (Erjîn Yafûz) li navenda tevgerê ya li bajarê Dirbêsiyê çalakiyeke bîranînê li dar xist.

Koordînasyona Komelên Ciwanan duh ragihandibû ku endamê wê Çiya Rizgar 25’ê Tebaxê di encama nexweşiyê de şehîd bûye.

Şêniyên Dirbêsiyê, endamên sazî û Meclisên sivîl, hêzên ewlehiya navxweyî û tevgerên ciwanan û jinan beşdarî bîranînê bûn.

Di merasîma bîranînê de yek ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Dirbêsiyê Dilovan Mihemed axivî û diyar kir ku şehîd Çiya ji bo ciwanan pêşeng bû û di pêşengiya ciwanên kurdistanî de di nava şoreşê de roleke pêşeng lîst.

Dilovan Mihemed destnîşan kir ku ew soz didin şehîd Çiya û hemû şehîdên azadiyê ku ew dê rêya wan berdewam bikin û têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar bikin.

Çalakî bi temaşekirina belgefîlm û dîmenên li ser jiyan û têkoşîna şehîd Çiya Rizgar bi dawî bû.

(ac/şx)

ANHA