Li Rojhilatê Kurdistanê di Tebaxê de 28 kes hatin darvekirin

Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê, eşkere kir ku di meha Tebaxê de 28 kes li Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin. Her wiha 27 kes jî ji aliyê saziya Îtaleta Îranê ve ji bo îfadeyê hatine bang kirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê di Tebaxê de 28 kes hatin darvekirin
3 îlon, 2025   21:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê bîlançoya meha borî (tebax) ya darvekirinên li Rojhilatê Kurdistanê parve kir.

Li gor Komeleyê, di meha borî de li Rojhilatê Kurdistanê 28 kes hatine darvekirin û yek ji wan jin e.

Her wiha hatiye diyarkirin ku di meha borî de 27 kes li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê wezareta Îtlaeta Îranê ve ji bo wergirtina îfadeyan hatine bang kirin û bêy fermana dadwer hatine binçavkirin. Ji wana jî 2 jin in.

Li aliyê din hatiye gotin ku di meha borî de dadgehên rejîma Îranê bi tometên bê bingeh bi giştî 66 sal û 17 roj cezayê girtîgehê li 12 welatiyên Kurd biriye.

(ac/şx)