Konseya Ewlehiyê têkildarî şerê li Rojhilata Navîn civînên girtî li dar dixe

Li ser daxwaza Rûsyayê, Konseya Ewlehiyê îro bi mijara gotûbêjkirina şerê li Rojhilata Navîn civîneke girtî li dar dixe.

Konseya Ewlehiyê têkildarî şerê li Rojhilata Navîn civînên girtî li dar dixe
27 adar, 2026   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser daxwaza Rûsyayê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî îro bi mijara şerê li Rojhilata Navîn civînên girtî Ii dar dixe.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a TASS a Rûsyayê, berdevkê nûnerê Rûsyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Yevgeny Uspensky ragihand: “Federasyona Rûsyayê ji ber êrişên berdewam ên li ser binesaziya sivîl a li Îranê, saziyên perwerde û tenduristiyê, daxwaza civînên girtî li Konseya Ewlehiyê kir.”

Ev daxwaz di demekê de hatiye kirin ku parçebûnek di navbera endamên konseyê de der barê şer de çêbûye. Hin endamên konseyê banga agirbestê û vegera li maseya diyalogan dikin, lê hinên din Îsraîl û DYA'yê mafdar dibînin ku bersiva Îranê bidin.

Têkildarî rewşa meydanî, şerê di navbera Îran û Îsraîlê de dewam dike; her du bi mûşek û dronan êrişî hev dikin. Şer herêmên din ên wekî Kendavê jî girtiye nava xwe.

Li aliyekî din Tengava Hurmuzê hîna girtî ye. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê ya Îranê zêdetirî 350 tankerên petrol û gazê li Kendava Omanê sekinîne û li bende derbasbûnê ne.

(bb)