Senaryoyên zêdebûna aloziyê li Kendavê: Girava Xarg navenda aloziyê ye

Rojnameyan nivîsî ku aloziyên li herêma Kendavê zêde dibin, her wiha gotûbêjên li ser vebijêrkên leşkerî yên DYA’yê yên ji bo Girava Xargê ya Îranê zêde dibin.

Senaryoyên zêdebûna aloziyê li Kendavê: Girava Xarg navenda aloziyê ye
27 adar, 2026   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên medyayê yên erebî li ser senaryoyên rageşiyê yên li herêma Kendava Erebî nivîsîn, ji ber ku rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) vebijêrkên leşkerî yên ji bo Girava Xargê ya Îranê ku navendeke girîng a hinardekirina petrolê ye, dinirxîne.

‘DAGIRKIRINA GIRAVA XARGÊ DÊ HÊZÊN AMERÎKÎ BIXE BER RÎSKÊN MEZIN’

Reutersê ragihand ku serokê DYA`ê Donald Trump difikire ku leşkerên bejayî bişîne da ku giravê dagir bike. Şîrovakar dibêjin her çend operasyoneke leşkerî dikare bi lez be jî, lê rîskên wê yên girîng hene û dikare pevçûnê dirêj bike li şûna ku wê çareser bike.

Girava Xarg ku bi qasî 26 kîlometreyan dûrî peravên Îranê ye, ji ber avên xwe yên kûr ku dihêle ew tankerên mezin ên petrolê bi cih bike, xaleke girîng e ji bo hinardekirina petrola Îranê.

Tê gotin ku astengkirin wê dê rasterast bandorê li hinardekirina enerjiya Îranê bike û zexteke aborî ya girîng li ser Tehranê pêk bîne.

‘JI ÎRANÊ BO AMERÎKAYÊ: GIRAVA XARG DI BERDÊLA TEVAHIYA TORA ENERJIYÊ DE’

Rojnameya El Exbar destnîşan kir ku zêdebûna arîşeyê ne tenê bi Tengava Hurmuzê ve sînordar e, lê dikare bigihêje Bab El Mendebê jî, ji ber girêdana rêyên deryayî yên girîng û xetên veguhastina enerjiyê.

Rojnameyê destnîşan kir ku her êrişeke li ser Xargê dikare bibe sedem ku Îran çarçoveya bersiva xwe berfireh bike û rêwîtiya deryayî û dabînkirina petrolê bi rêya van rêyên avê yên stratejîk tehdît bike.

‘ROJA PIŞTÎ ŞER DÊ ÇAWA BE?’

Rojnameya El Şerq El Ewset destnîşan kir ku tevî axaftinên dubare yên li ser kanalên dan û standinên nerasterast, lê arîşeye leşkerî hîna berdewam û serdest e û daxuyaniyên nakok di navbera DYA`yê û Îranê de li ser şert û mercên ji bo kêmkirina aloziyê tên dayîn.

Rojnameyê nivîsî ku berdewamiya operasyonên leşkerî nîşan dide alozî dê veguhere şerekî dirêj ê westandinê, ev jî pirsan derdixe hole; ka "roja piştî şer dê çawa be” û bandorên wê li ser hevsengiyên herêmî û têkiliyên Îranê bi dewletên Kendavê re çawa be.

(k)