Konseya Ewlehiyê bi daxwaza Îranê sibe civîneke awarte li dar dixe

Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî li ser daxwaza Îranê der barê êrişa Îsraîlê de sibe civîneke awarte li dar dixe.

Konseya Ewlehiyê bi daxwaza Îranê sibe civîneke awarte li dar dixe
27 cotmeh, 2024   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Iraqcî ragihand ku wî agahî da sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ku ji mafê Tehranê ye bersivê bide êrişa Îsraîlê ya duh.

Iraqcî di peyamekê de ji Guterres daxwaze kir ku ji bo nîqaşkirina êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê, civîneke awarte ya Konseya Ewlehiyê li dar bikeve.

Duh, (şemiyê) Îsraîlê bi moşekan êrişî Îranê kir. Ew êriş bersivdana êrişên Îranê yên Cotmehê bû.

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku di êrişê de encamên ku hatibûn xwestin, hatin pêkanîn.

(mh/fr)