Bavê şehîd Fereh kêliya şehadeta keça xwe vegot

Bavê şehîd Fereh El Berho ji ser kavilên mala xwe ya wêranbûyî, kêliya şehadeta keça xwe vegot û got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker bi ser nakevin, berojavî îsrara me ya berxwedanê zêde dikin."

28 cotmeh, 2024   04:10
MINBIC

Ji 23’yê Cotmehê ve dewleta Tirk a dagirker êrişên bêsebajar û bajarokên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Di encamê de heta niha 17 kes şehîd bûn, bi dehan kes birîndar bûn û binesazuya herêmê hat wêrankirin. Di şeva pêncşema borî de dewleta Tirk a dagirker gundê Qubeb El Buniyê yê bakurê kantona Minbicê topbaran kir. Di encamê de zaroka bi navê Fereh El Berho (11) şehîd bû û 2 zarokên din birîndar bûn. Armanc ji van êrişan koçberkirina şêniyan û pêkanîna komkujiyan e.

Bavê şehîd Fereh, Ebdurezaq El Berho li ser êrişa li dijî mala xwe wiha axivî: “Em li mala xwe rûniştî bûn. Hema kêmî deqeyekê dema ji mal derketim, mala me ku hersê zarokên min tê de bûn hat topbarankirin."

Di topbaranê de mal bi temamî hat wêrankirin. Piştî topbaranê Ebdurezaq li zarokên xwe gerî û wiha got: "Min tenê kurê xwe Semîr dît, ew 8 salî ye. Dema min dîtî dinalî û dikir qêrîn. Min ew ji bin kavilan derxist."

Piştî topbaranê xelkê gund lez da ku alîkariya Ebdurezaq bike. Ebdurezaq wiha li gotina xwe zêde kir: “Piştre min kurê xwe Ebdurehman jî dît. Ew li mala xizmên me bû. Tişt bi wî nehatibû. Piştî ku bi şêniyên gund re me lêgerîn domand, min keça xwe Fereh di bin kavilan de dît ku şehîd bûye."

Ebdurezaq bi dilsotî got: “Ma me çi kiriye ku malên me werin topbarankirin. Ma moşekên me hene? Ma topên me hene? Malek ku tê de zarok hene û li çolê be ku tiştek li derdora wê tine be, dagirkeran cara yekê devereke dûrî wê topbaran kir, piştre mal bi xwe hedef girt û bi ser serê me de hilweşand."

El Berho destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo êrişan pêk bîne hincetan çêdike û wiha pê de çû: "Bi hincetan, zarok û şêniyên gund hedef digire."

El Berho diyar kir ku gundê wan bênavber tê topbarankirin û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Ew dixwazin me bidin koçberkirin da ku xaka me dagir bikin. Lê her çiqas berdêla giran be jî em xaka xwe bernadin. Em ê li xaka xwe bimînin û ji dagirkeran re nahêlin."

(mh/fr)

ANHA