Dewleta Tirk gundê Guherzê yê Amêdiyê topbaran kir

Beriya demek kurt topeke artêşa Tirk a dagirker ku ji baregeha leşkerî ya li Girê Bihar hatî avêtin, li nava maleke gundê Guherzê ya ser bi bajarokê Amêdiyê ket û di encamê de ziyan bi gihişt mala du welatiyan.

Dewleta Tirk gundê Guherzê yê Amêdiyê topbaran kir
27 cotmeh, 2024   21:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsʹê endamê Rêxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman ragihand ku artêşa Tirk a dagirker gundê Guherzê yê ser bi bajarokê Amêdiyê li sînorê parêzgeha Dihokê topbaran kir.

Kameran Osman da zanîn ku guleya ji topxaneya artêşa Tirk a dagirker a ji baregeha leşkerî ya li Girê Bihar hatî avêtin, li nava maleke gundiyan ket û di encamê de nîva kelûpelên di nava mala welatiyê bi navê Faruq Sefer Mihemed de wêran bûn.

Her wiha Kameran Osman diyar kir ku di dema topbaranê de 3 zarok şoq derbazkirin û rakirin nexweşxaneya Amêdiyê.

Kameran Osman destnîşan kir ku di heman demê de ziyan bi mala gundiyê Guherzê yê bi navê Dilbirîn Sefer Mihemed jî ket.

Hêjayî gotinêye ku di danê êvarê de artêşa Tirk a dagirker saet ji 16:55’an heta saet 17:30’an ve ji her du baregehên Mam Reşa ya li ser çiyayê Kurejaro û Geliyê Reşawa 16 caran devera Berî Nizar a li çiyayê Garê topbaran kirin. Ji serê salê ve gelek caran topên dewleta Tirk a dagirker li nav malên welatiyên gundê Guherzê ketine û di encamê de ziyanên mezin bi malên welatiyan bûne.