Kongreya Mala Êzidiyan dest pê kir

6`emîn Kongreya Êzidiyan bi beşdariya 300 delegeyan li Hesekê ya kantona Cizîrê dest pê kir.

Kongreya Mala Êzidiyan dest pê kir
Kongreya Mala Êzidiyan dest pê kir
Kongreya Mala Êzidiyan dest pê kir
Kongreya Mala Êzidiyan dest pê kir
Kongreya Mala Êzidiyan dest pê kir
Kongreya Mala Êzidiyan dest pê kir
Kongreya Mala Êzidiyan dest pê kir
Kongreya Mala Êzidiyan dest pê kir
Kongreya Mala Êzidiyan dest pê kir
Kongreya Mala Êzidiyan dest pê kir
Kongreya Mala Êzidiyan dest pê kir
9 sibat, 2024   12:42
HESEKÊ

6`emîn Kongreya Mala Êzidiyan a kantona Cizîrê li xwaringeha Marbêla ya bajarê Hesekê dest pê kir. 

Di kongreyê de 300 delege hazir in. Nûnerên Mala Êzidiyan bi cil û bergên xwe tev li kongreyê bûne. Her wiha şaneyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), partî, saziyên sivîl, oldar û rûspiyên êlên Ereb jî beşdarî kongreyê bûne.

Hevserokên Mala Êzidiyan a kantona Cizîrê Leyla Îbrahîm û Farûq Tozo bixêrhatina beşdaran kir.

Leyla Îbrahîm wiha axivî: "Em bi xêrhaitna we dikin. Bi hebûna we em gelek kêfxweş in. Em destnîşan dikin ku hebûna we, moralê me bilind dike, têgeha biratiya gelan û fikreya neteweya demokratîk disepîne."

Leylayê îşaret bi êrişên li dijî herêmê kir û got: "Rêveberiya Xweser karî xwe bi pêş bixe û hevpeymana civakî bi dawî kir ku ji aliyê gel ve hate qebûlkirin. Bi van xebatên xwe dijmin tirsand ji ber wê har bûn û êriş binesaziya herêmê kir."

Leyla Îbrahîm da zanîn ku lidarxistina kongreyê di vê demê de bersivdayîna êrişên dijminan e ku gelê herêmê dê li ber xwe bide û piştgiriya rêveberiya xwe bike.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo hêvî kir ku kongre bi biryarên girîng ku civata êzidî ji vê bêtir birêxistin bike, bi dawî bibe. Gulo got: "Çeteyên DAIŞ`ê li Şengalê û Kobanê komkujiyên hovane kirin. Siyasetên wê dişibin dewleta Tirk a dagirker ku li ser xwîna gelan ava bûye û komkujî li dijî ermen, suryan, kurd, ereb û asûran kirin. Lê belê gelê Rojava û Şengalê karîn li hember her duyan bisekinin."

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê Mihemed El Birak rola Rêveberiya Xweser di rizgarkirina Şengalê û parastina wê de ji hêzên tarî ku hevalbendên dewleta Tirk in, xilaskirina jinên şengalî ji lepên DAIŞ`ê di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de silav kir.

Dûre sînevizyonek têkildarî kar û xebatên Mala Êzidiyan ên 2 salan hate pêşandan.

Mala Êzidiyan sala 2012`an hate avakirin, 3 şaxên wê hene ku ya sereke li navçeya Amûdê ye.

Kongre bi xwendina peymanên pîrozkirinê berdewam e. Çaverê ye ku di kongreyê de rewşa rêxistinî, rêzikname werin nîqaşkirin û hin guhertin tê de çêbin. Her wiha hevserokatiya nû jî dê were hilbijartin.

(şx)

ANHA