Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo ku serdana Îmraliyê bikin careke din serî li dozgeriyê da.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
9 sibat, 2024   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Nêzî 35 meh e tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin. Mehmet Ocalan birayê Rêber Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê yên dewleta Tirk da.

Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş ên li Îmraliyê têne ragirtin, ji bo karibin hevdîtinê bikin serlêdan kirin.

Peywendiya Rêber Abdullah Ocalan bi derve re bi temamî hatiye qutkirin. Tu bersiv ji serlêdanên hevdîtinê re nayê dayîn, carinan piştî bi mehan ji parêzeran re dibêjin ku cezayê disîplînê heye.

Li gorî rapora dawîn a ku Buroya Hiqûqê ya Sedsalê 17’ê Çileyê weşandiye, ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve di navbera Gulan-Tebaxa 2019’an de tenê 5 hevdîtinên bi parêzeran re pêk hatin; ji wan hevdîtina dawî jî 7’ê Tebaxa 2019’an hate kirin. Ji sala 2014’an ve tenê 5 hevdîtinên bi malbatê re pêk hatin. 3’yê Adara 2010’an hevdîtina bi birayê wî re pêk hat. Ji roja destpêkê ve tenê 2 caran (27’ê Nîsana 2020 û 25’ê Adara 2021’an) hevdîtina bi telefonê pêk hat. Hevdîtina bi telefonê ya 25’ê Adara 2021’an di nava wextekî pir kurt de di nîvî de hat hiştin û ji wê rojê ve agahî jê nayên wergirtin.