Wezîrên Ereban xwest şerê Îsraîl û Hemasê bi dawî bibe

Wezîrên karên derve yên hin dewletên Ereban got Xeza beşeke xaka Filistînê ye. Wezîran koçberkirina bi darê zorê jî red kir.

Wezîrên Ereban xwest şerê Îsraîl û Hemasê bi dawî bibe
9 sibat, 2024   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrên karên derve yên Erebistana Siûdî, Misir, Îmarat, Urdin, Qeter û sekretêrê Komîteya Rêveber a Rêxistina Rizgariya Filistînê daxwaza bidawîkirina şerê Îsraîl û Hemasê, parastina jiyana sivîlan li gorî qanûnên mirovî yên navneteweyî û rakirina astengiyên li pêşiya derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Xezayê kir.

Wezîrên karên derve ji bonaskirina dewleta Filistînê ku paytexta wê Quds El Şerqiye be, banga avêtina gavên cidî kir. Her wiha diyar kirin Xeza beşeke xaka Filistînê ya dagirkirî ye û koçberiya bi darê zorê red kirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Erebistana Siûdî (WAS), wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî duh bang li wezîrên karên derve yên Îmarat, Misir, Urdin, Qeter û nûnerê Filistînê kir ku ji bo nîqaşkirina şerê li Xezayê civîneke şêwirî li Riyadê li dar bixin.

(bb)