Kongreya Îslama Demokratîk ji bo şehîdan nimêjê xiyabî kir

Kongreya Îslama Demokratîk ji bo şehîd Ehmed Omer yê ji Kerkûkê û hemû şehîdên Rojava, li çend mizgeftên bajarê Qamişloyê nimêja xiyabî kir.

Kongreya Îslama Demokratîk ji bo şehîdan nimêjê xiyabî kir
Kongreya Îslama Demokratîk ji bo şehîdan nimêjê xiyabî kir
Kongreya Îslama Demokratîk ji bo şehîdan nimêjê xiyabî kir
Kongreya Îslama Demokratîk ji bo şehîdan nimêjê xiyabî kir
Kongreya Îslama Demokratîk ji bo şehîdan nimêjê xiyabî kir
Kongreya Îslama Demokratîk ji bo şehîdan nimêjê xiyabî kir
30 ÇILE, 2026   15:14
QAMIŞLO

Kongreya Îslama Demokratîk ji bo giyanê hemû şehîdên Rojava û şehîd Ehmed Omer ku ji Kerkûkê li ser banga seferberiya giştî hatibû Rojava û di 28`ê Çileyê de li Hesekê şehîd bûbû, nimêja xiyabî kir.

Nimêja ji bo şehîdan li mizgeftên El Beşîr, El Hisên û Bedir Sofî ên bajarê Qamişlo hat kirin.

Li aliyekî din îro, şêniyên kantona Cizîrê ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd Ehmed Hêmin Omer, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişloyê, merasîmek li dar xist.

Piştî merasîmê cenazeyê şehîd Ehmed Hêmin Omer, ber bi deriyê sînor ê Sêmalka ve hat veguhastin da ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.