Şervanên YPG û YPJ`ê ji eniyên Kobanê: Em berxwedana gel silav dikin

Şervanên YPG û YPJ`ê yên li eniya şer a Kobanê diyar kir ew ê her tim li ber xwe bidin û gelê xwe biparêzin û got “Em û gel bi hev re berxwedana azadiyê bi ser bixin.”

Şervanên YPG û YPJ`ê ji eniyên Kobanê: Em berxwedana gel silav dikin
30 ÇILE, 2026   15:09
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Şervanên YPG û YPJ`ê ên li eniya şer ên Kobanê de, bi rêya ajansa me berxwedana gel silav kir û diyar kir ku ew ê het tim li pişta gelê xwe bin.

Viyan Kobanê diyar kir ku ew her tim li ber xwe didin û wiha got: “Em ji eniya berxwedana Kobanê Rêber Apo silav dikin. Dewleta Tirk û çeteyên wê jî di 2014`an de dixwest derbasî Kobanê bibin, ji ber vê yekê her tim êriş dikin. Em her tim li ber xwe didin û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

`EM Ê NEHÊLIN ÇETE DERBASÎ AXA ME BIBIN`

Viyan Kobanê got: “Em ê ber tim li ber xwe bidin û em ê nehêlin çete derbasî axa me bibin. Va ye gel li ser pêyan e û li kolanan e. Şerê gel ê şoreşgerî gelê me dide meşandin. Gelê me li pişta şervanan e û em ê jî heta dawiyê li pişta gelê xwe bin.”

Şahîn Avaşîn destnîşan kir ku ew wek şervanên YPG`ê ew ê tola şehîd Ziyad Heleb ji dijmin hilînin û wiha got: “Çawa ku şervanên me di Şêxmeqsûdê de li ber xwe da, em ê her tim li ber xwe bidin û em ê ji êrişên çeteyan re bibin bersiv. Em ê tola şehîdên xwe yên keziyan wan jê kiribûn û şehîdên me yên ku li ser ban avêtin, em ê hilînin.”

`EM HER TIM GELÊ XWE BIPARÊZIN`

Şahîn anî ziman ku çawa wan di 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê têk bir, careke din dê dijmin têk bibin û bi ser bikevin û got: “Em berxwedana gel silav dikin û em li pişta gelê xwe ne. Em ê her tim li pêş dijmin bibin bersiv û em ê gelê xwe biparêzin .”

Alan Dêsim anî ziman çawa wan di Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Dêr Hafir de li ber xwe da û ew ê her tim li ber xwe bidin heta dawiyê û wiha got: “Em ê bi rihê berxwedana Şehîd Ziyad li ber xwe bidin û gelê xwe her tim ji êrişên çeteyên DAIŞ`ê û Tirkiriyê biparêzin. Gelê me gelê berxwedêre, em ê her tim li ber xwe bidin heta dilopek xwîn di canê me de hebê.”

`EM Ê CENGA AZADIYÊ BI SER BIXIN`

Alan Dêsim bang li ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê kir ku berê xwe bidin Kobanê û tev li nava berxwedan û cenga azadiyê bibin da ku gel ji çeteyan biparêzin.

ANHA