Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê forumek li dar xist

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê ji bo balê bikişîne ser jinên Sûriyeyê ji tevahî pêkhate, etnîkan û teqeziyê bi dawîkirina tundiya li dijî jinan bike, forumek li dar xist.

17 kanûn, 2023   18:37
TEBQA

Forum li hola Navenda Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê, bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, nivîsgeh û komîteyên jinan, nûnerên nivîsgeh û meclisên jinan a kantona Reqa, Minbic û Dêrazor hate lidarxistin.

Ji hêla Koordînatora Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Buseyna Ebdo ve axaftina destpêkê ya forumê hate kirin.

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xod El Îsa axivî û got: "Em hewl didin bi rêya vê forumê doza jinan ji tevahî aliyan de ji dema destpêkirina krîzê heta roja îro ve pêşkêş bikin. Ji ber ku hîna jin di tevahî rewşên tundiyê yên civakî û aborî re derbas dibin û ji tevahî aliyan ve ji hêla hêzên desthilat ve hatine paşguhkirin."

Di forumê de 3 mijar hatin nîqaşkirin. Mijara yekemîn li ser ′Rewşa jinan li herêmên hikumeta Şamê′ bû. Di wê mijarê de Koordînatora Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê  Sena Remedan axivî û got: "Cîhan tevahî rewşa jinên sûriyeyî tê re derbas dibin, dizanin. Li ser jinan siyaseta nijadperestiyê tê meşandin."

Sena wiha domand: "Jin li hember qederekî mezin a zextên civakî ye û şansa wê ya pêkanîna hevsengiyekê di navbera xebat û kesayeta xwe de astengiyeke mezin e."

Di mijara duyemîn a li ser ′rewşa jinan li herêmên dagirkirî′ de berdevka Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê axivî û wiha got: "Di bin kontrola Tirkiyeyê de jin di nava sûcên hovane û dijmirovahî de dijîn. Ji ber ku di eslê xwe de ji bo girtiyên mêr hatine veqetandin, neçar dimînin ku li qadên teng ên ku bi awayekî keyfî ji wan re hatine veqetandin bijîn, lewma taybetmendî û rûmeta jinan nayê parastin."

Mijara sêyemîn jî li ser ′rewşa jin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê′ ji hêla hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Tebqayê Hind El Elî ve hate birêvebirin. Hind wiha got: "Piştî têkoşîna jinên leheng di şoreşa jinan a bi salan de êdî berhema wê têkoşînê fireh dibe û bi wê re Kongra Star hate damezrandin."

Di dawiyê de beşdaran encamnameyên girîng axivîn û wiha ne; ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bilindkirina têkoşînê, di her warî de bihêzkirina jinan, têkoşîna li dijî tundiya li dijî her cure dagirkeriyê, xebat ji bo belavkirina feraseta malbata demokratîk weke çareseriyeke alternatîf a malbata heyî ya di serdemê modernîteya kapîtalîst tê meşandin were kirin, ji bo jin bigihîne civakeke komînal divê girîngî li ser jineolojiyê bê dayîn, li dijî hemû polîtîkayên sîstematîk ên li ser jinê tên meşandin têkoşîn were bilind kirin, di têkoşîna xwe de perwerde û birêxistinkirinê bikin armanca bingehîn, destekê bidin hemû jinên li herêmên rejîma Sûriyeyê.

(fr)

ANHA