Kongreya Îslama Demokratîk Cejna Remezanê pîroz kir

Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mela Mihemed El Xerzanî Cejna Remezanê li tevahî gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûriyeyê û cîhana Îslamî pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe destpêka pêkhatina ewlehî û aştiyê li seranserî cîhanê.

Kongreya Îslama Demokratîk Cejna Remezanê pîroz kir
31 adar, 2025   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mela Mihemed El Xerzanî Cejna Remezanê li gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevahî Sûriyeyê û seranserî cîhana Îslamî pîroz kir.

Mela Mihemed ji ajansa me re hêviya xwe ya pêkhatina ewlehî û aramiyê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriye û cîhanê anî ziman.

El Xerzanî wiha got: "Em meha yekemîn e ku piştî hilweşandina rejîma Baas’ê ku tevahî cureyên binpêkirin û sûcan li dijî gelê Sûriyeyê kirine, derbas dibe. Em bang li hikumeta Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê dikin ku tiştên demborî ji bîr bikin û deverên rejîma Baas’ê hilweşandine, gel parçe kiriye û fitne di nav wan de derxistiye ava bikin. Me ji destpêka qaşo şoreşê ve ew tişt dît, mixabin şoreş vegerî alozî û şerê navxweyî."

Mela Mihemed El Xerzanî wiha domand: "Çareseriya yekane ya van aloziyan di bîrkirina borî, pêkanîna biratî, hezkirin û hevqebûlkirinê de ye."

El Xerzanî diyar kir ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê hene ku bi hev re bi ewle û aştî bijîn, ji ber ku welat li ser aloziyên mezhebî, taîfî û neteweperestî nayê avakirin, lê belê bi hevkariya di navbera tevahî pêkhateyan de tê avakirin û her yek bibe nobedarê ewlehiyê."

El Xezranê wiha dawî li gotina xwe anî: "Çare di hevqebûlkirinê de ye. Ji ber ku welat têra hemûyan heye. Em bang li tevahî Sûriyeyiyan dikin ku di vê qonaxa hestiyar de xwedî berpirsiyarî bin."

(mh/fr)