PYD'ê avakirina hikumeta nû ya Şamê red kir

PYD'ê avakirina hikumeta nû ji hêla desthilata Şamê ve red kir û diyar kir ku ev yek ne li gorî xweza û rewşa gelê Sûriyeyê ku di oxira azadiya takakesî, giştî û demokrasiyê de tê koşiya, ye.

PYD'ê avakirina hikumeta nû ya Şamê red kir
30 adar, 2025   22:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê hikumeta nû ya desthilata Şamê red kir û diyar kir ku ew hikumeteke yekalî ye.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Ji bo bidestxistina serkeftina şoreşa xwe bi hilweşandina rejîma berê û anîna Heyet Tehrîr El Şam ji bo desthilatê li Şamê, kiryarên yekalî, ji nêrîna ‛kî rizgar bike biryar dide’ ve berdewam dikin. Tevahî kom hatin komkirin, serok hat hilbijartin û komîteyek ji yekrengî ji bo amadekirina ‛Kongreya Diyaloga Niştîmanî’ hat avakirin û kesayetên alîgirên desthilatên nû dûrî siyaset û xemên gelê Sûriyeyê hatin vexwendin, da ku pêşniyarên li kêrî wan bikin û rewabûnekê bidin wan. Dûre komîteya Daneza Destûrî ji yek rengî hat ragihandin. Di wê danezanê de mozaîka rengîn a Sûriyeyê, rola jinan, mafên wan û tevahî mîsaqên girêdayî maf û azadiyên takakesî û komî hatin paşguhkirin.

Weke berdewama kiryarên berê hikumeteke demkî ji 23 wezîran ji bo birêvebirina Sûriyeyê di dirêjahiya 5’an de li gorî danezana destûrî hat avakirin. Ev yek bêyî şêwira bi aliyeke Sûriyeyî re hate kirin. Desthilata Şamê îdia kir ku ew nûnertiya tevahî Sûriyeyiyan bi mezheb û belavbûna erdnîgarî dike, anku desthilatê kesên dixwaze hilbijartin ne kesên gel dixwazin, bi wê re gelê Sûriyeyê mecbûre biryarên desthilatên nû pêk bîne.

Em Meclisa Giştî ya PYD’ê diyar dikin ku cilên ku desthilata Sûriyeya nû çêkirine ji bo gelê Sûriyeyê teng in û ne li gorî xweza û rewşa gelê Sûriyeyê ye, bi taybet piştî van hemû têkoşînên hatine kirin ku armancên wan azadiya takakesî, komî û demokrasî ne. Ji ber wê em bang li desthilata heyî dikin ku li biryarên xwe, destûr û hikumeta hatiye avakirin vegerin, her wiha em bang li gelê Sûriyeyê dikin ku bibe şirîkê rasteqîn di avakirina Sûriyeya nû de û em nahêlin ji destpêkê ve badan hebe. Tevahî gelê Sûriyeyê di oxira Sûriyeya demokratîk û şareza de têkoşîn kir, divê tevahî di biryara siyasî de beşdar bin."

(mh/fr)

ANHA