Kongreya hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê dê biharê li dar bikeve

Endamê Meclisa Serokatiya MSD’ê Elî Rehmûn diyar ku kongreya hêzên nîştimanî yên demokratîk ên Sûriyeyê dê biharê li dar bikeve.

Kongreya hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê dê biharê li dar bikeve
4 ÇILE, 2024   05:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di gelek boneyan de ragihand ku hewl dide kongreya hêzên nîştimanî yên demokratîk ên Sûriyeyê li dar bixe da ku bigihêjin lihevkirinekê ku bi çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi encam bibe.

Biryar bû ku di Hezîrana 2023’yan de kongreya hêzên nîştimanî yên demokratîk ên Sûriyeyê li dar bikeve, lê ji ber gelek astengiyan kongre pêk nehat.

Endamê Meclisa Serokatiya MSD Elî Rehmûn diyar kir ku MSD’ê ji bo lidarxistina kongreya nîştimanî piştevanê sereke ye. Rehmûn bi bîr xist ku meclisê di salên dawî de bi sponseriya Wezareta Karên Derve ya Swêdê û Navenda Olof Palme ya Aştiyê gelek hevdîtin bi hêz û kesayetên nîştimanî yên sûriyeyî re li dar xistin.

Elî Rehmûn destnîşan kir ku biryar bû kongre par bihata lidarxistin, lê ji ber gelek sedeman pêk nehat û sedem wiha rêz kirin: "Sedema sereke zextên navneteweyî û herêmî bûn, di serî de jî dewleta Tirk û hikumeta Şamê. Dewleta Tirk û hikumeta Şamê hebûna hêzên nîştimanî yên demokratîk li qada Sûriyeyê li gorî berjewendiyên xwe nabînin. Sedema din bûyerên li Dêrazorê rû û bandora wan a li herêmê bû, nemaze ku hikumeta Şamê li pey wan bûyeran bû. Ji ber heman sedeman kongreya 4’an a MSD’ê jî hatibû taloqkirin."

Endamê Meclisa Serokatiya MSD’ê diyar kir ku li gorî amadekariyên heyî kongreya hêzên nîştimanî yên demokratîk ên Sûriyeyê dê di bihara îsal de were lidarxistin.

(bb)

ANHA