Meclisa Giştî ya Helebê civîna xwe ya salê bi dawî kir

Bi diruşma ′Avahkirina neteweya demokratîk azadiya fîzîkî ya Rêber Abdllah Ocalan misoger dike′ Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê civîna xwe ya salê li dar xist.

3 ÇILE, 2024   20:39
HELEB

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi beşdariya nûnerên meclis, komîte, sazî, partî, komîn û rûspiyên her du taxan civîna xwe ya salê li dar xist.

Hevserokê Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) a Helebê Menan Cafer perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan der barê rola saziyên demokratîk di xizmeta gelan de xwendin.

Di perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan de hate gotin divê çanda xwetêrkirinê di nava gel de were belavkrin û ev yek li ser komînan dimîne ku cewhera projeya demokratîk in.

Dûre endamê KPC-D′ê Şiyar Silêman rapora salê ya meclisê xwend; di raporê de rewşa siyasî, rewşa gel, rewşa rêxistinî, rewşa rêveberiyê, rexne û rexnedayîn û pêşniyar hebûn.

Her wiha di raporê de xebatên 2023′yan ên komîte, meclis û saziyên girêdayî meclisê hatin şîrovekirin.

Dûre beşdaran der barê rewşa rêxistinî de nîqaşên xwe kirin. Girêdayî mijarê endamê rêveber ê Komîteya Rûspiyan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Bedran Hemo axivî û got divê girîngiyê bidin komînan, ew jî bi rêya aktîfkirina komîteyên girêdayî wê, rizgarkirina ji zihniyeta bîroqratiyê pêkan e.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD′ê Mihemed Şêxo jî got divê hin mijarên rêxistinî neyên tevlihevkirin ku biryar in, divê ji komînan heta bi aliyên rêveber re bên rakirin, ji ber ku komîn vîna civakê ye.

Li kêlek wê jî di nîqaşan de hate gotin divê perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan di aliyên jiyanê de, her wiha di aliyê xweparastin û civakî de bikevin pratîkê.

Di dawiyê de hin pêşniyar hatin êrkirin û wiha ne:

Rola komînan bi awayekî zêde were aktîfkirin.

Girîngiyê bidin xwendekarên ji zanîngehên Rêveberiya Xweser der diçin ku di saziyên wê de bixebitin.

Komîteyên parastinê di tevahî saziyan de aktîf bin û endamên wê di parastina her du taxan de beşdar bin.

(fr)

ANHA