3 pêşengên Xwerêveberî û tevgera jin: Pakîze, Sêvê û Fatme

Pakîze, Sêvê û Fatme; her yek ji wan xwedî peyameke têkoşînê bû ku digihandin jinan û civakê. Kongra Star soza şopandina rêya wan û pêkanîna armancên wan da.

3 pêşengên Xwerêveberî û tevgera jin: Pakîze, Sêvê û Fatme
3 pêşengên Xwerêveberî û tevgera jin: Pakîze, Sêvê û Fatme
4 ÇILE, 2024   03:36
NAVENDA NÛÇEYAN

4'ê Çileyê 7'emîn salvegera şehadeta her  pêşengan; endama Desteya Rêveber a Konseya Jinên Azad (KJA) û endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, hevseroka Meclisa Gel a Silopî Pakîze Nayir û endama KJA'yê ya Bakurê Kurdistanê Fatme Ûyar e. Ew her sê pêşeng di encama êrişeke çekdarî ji aliyê erebeyeke zirxî li navçeya Silopiyê ya bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê di 2016'an de şehîd bûbûn.

PAKÎZE SÊVÊ Û FATME

Pakîze Nayir 24 salî bû, li Silopî ji dayik bûye û li wir mezin bûye. Pakîze di temenekî biçûk de barê madî û manewî yê malbatê hildaye ser xwe û bi rêya karê xwe yê li salona çêkirina por hemwextî karê xwe yê hevseroketiya Meclisa Gel a Silopî destek dida malbata xwe da ku paşê bibe pêşenga doza gelê xwe.

Sêvê Demîr 42 salî bû. Li gundê Şûtê yê Mêrdînê ji dayik bûye. Di temenekî biçûk de zilma dewleta Tirk a dagirker dîtiye û ji gundê xwe hat sirgûnkirin û li bajarê Manîsa yê Tirkiyeyê bi cih bû û li wir mezin bû.

Piştre vegeriya welatê xwe û karê siyasî kir. Di 2009'an de jî desthilata Tirk ew binçav kir û cezayê 5 salan girtin dayê. Di 2012'an de tev li gireva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bû û 68 rojan ma. Piştî serbestberdana wê, wê têkoşîna xwe domand. Di Adara 2015'an de di amadekariya meşa cîhanê ya ji bo jinan a li Nisêbînê de cih girt û di berxwedana Xwerêveberiyê de li Botanê bi cih bû.

Fatme Ûyar jî 27 salî bû. Li gundê Dihokê ji dayik bûye û tevî malbata xwe neçarî koçberiyê bû û li Şirnexê bi cih bû. Di sala 2000'an de bi rêya saziyên ciwanan tev li karê siyasî bû. Di 2009'an de desthilata Tirk ew binçav kir û ji bo 3 salan û nîv girtî ma.

Piştî serbestberdana wê, ew li Botanê ma û karê xwe domand û di çalakiyekê de tev li berxwedana Xwerêveberiyê bû û endama Kongra Jinên Azad a Silopî bû.

′TÊKOŞÎNA JINAN A ROJAVA BERDEWAMIYA TÊKOŞÎNA JINAN A BAKURÊ KURDISTANÊ YE

Di 7'emîn salvegera şehadeta wan de, endama Koordînasyona Kongra Star Nejbîr Mihemed ji ajansa me re axivî.

Nejbîr Mihemed destnîşan kir ku her sê şehîdan roleke mezin di damezirandina Xwerêveberiyê ya Bakurê Kurdistanê de lîst û got: "Lê mixabin desthilata Tirk êrişî Xwerêveberiya Bakurê Kurdistanê kir û di encamê de her sê pêşeng şehîd bûn. Wan rojekê jî serî li hember dijmin netewand û heta dawiyê tê koşiyan û Xwerêveberiya xwe parast ku şehîd Pakîze her tim digot 'Xwerêveberî û parastina rewa mafên me ne û em dest jê bernadin.'"

Nejbîr Mihemed diyar kir ku têkoşîna tevgera jinan a Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewama têkoşîna wan pêşengan e û got: "Em îro li Rojava rêya wan pêşengan a pêkanîna armancên şoreşa wan dişopînin. Em hewl didin destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û rêveberiya xwe ya xweser biparêzin û xweparastina xwe xurt bikin. Em rêya wan şehîdan didomînin û têkoşîneke mezin didin meşandin û em serê xwe li hember êrişan natewînin."

Nejbîr Mihemed wiha domand: "Hevpeymana civakî ya nû ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji destkeftiyên Şoreşa 19'ê Tîrmehê ye. Me serkeftinek bi dest xist û me îsbat kir ku civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikare xwe bi xwe bi rêya Rêveberiya Xweser bi rê ve bibe. Pêdiviya wê bi dewletê yan jî pergaleke wê biparêze tune ye. Me îsbat kir ku em dikarin li hember tevahî astengiyên jiyanê li ber xwe bidin û li dijî êrişan bisekinin."

Nejbîr anî ziman ku jin di sedsala 21′ê de di tevahî alî û qadan de pêşeng e, ne tenê li Rojava û 3 parçeyên din ên Kurdistanê lê belê li tevahî cîhanê û wiha pê de çû: "Em tevgera jin hewl didin kedeke zêde û têkoşîneke mezin ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe bidin; şoreşa ku bi saya fedakariya bi hezaran şehîdan li Kurdistan û cîhanê pêk hatiye."

Nejbîr destnîşan kir ku êşên jin dikişînin ne tenê li Rojavayê, lê belê tevahî jinên cîhanê dikişînin û wiha dewamî da axaftina xwe: "Ji lew re em bi hêvî ne tevahî jin têkoşîna ku jinên li Rojava raber dikin pêk bînin û li dijî zihniyeta baviksalariyê berxwedanê mezin bikin."

DIVÊ EM HEWLDANÊN ZÊDE JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ BIKIN

Şehîd Sêvê digot: "Azadiya Rêberê me azadiya welatê me ye". Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di 10′ê Cotmeha 2023′yan de li 74 navendên cîhanê pêngaveke hate destpêkirin, partiyên siaysî û kesayetên li cîhanê benador bedşar bûn. Der barê mijarê de Nejbîr bal kişand ser rola jin û ciwanan di vê pêngavê de û wiha axivî. "Tevgera jin û ciwanan roleke mezin di belavkirina vê pêngavê de bi rêya çalakiyan lîst. Erka me ew e ku dosyaya Rêber Abdullah Ocalan bigihîn raya giştî ya cîhanê û rêxistinên îdia dikin mafên mirovan diparêzin."

Nejbîr got Kongra Star di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de têkoşîneke mezin da û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Divê em jin û ciwan mîna ku Rêber Abdullah Ocalan  gotiye bingeha civakan bi jin û ciwanan tê avakirin, em têkoşîneke mezin raber bikin û dosyaya wî bigihînin tevahî cîhanê û azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin."

DIVÊ JI BO GUHARTINA ZIHNIYETA BAVIKSALARIYÊ TÊKOŞÎN BÊ MEZINKIRIN

Şehîd Fatme jî ji xwişka xwe re li ser têkoşîna jinan li dijî zihniyta baviksalariyê gotibû′Serî hilde û serî ji zihniyeta baviksalariyê re netewîne′. Têkildarî wê jî Nejbîr anî ziman ku jêdera tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, şerê qirkirinê yê li dijî jin, Rêveberiya Xweser û projeya demokratîk rejîma desthilatê ya xwedî zihniyeta baviksalarî ye û hewl didin gelan bixe bin nîrê xwe.

Nejbîr der barê gotina şehîd Fatme ji xwşika wê re anî ziman ku gotina wê ji zanîna ku pergal û zihniyeta baviksalarî  xwe li ser têkoşîna gelan û jinan mezin dike hatiye û ger te pişta xwe ji wan zîvirî dê êrişan bînin ser tê, ew rejîmek li ser qirkirinê hatiye avakirin.

Ji bo guhartina vê zihniyetê Nejbîr anî ziman ku tevgera jin; Kongra Star dewreyên ji bo perwerdekirina jin û mêran li dar dixe û wiha bi dawî li gotina xwe anî: "Divê em jin têkoşîna xwe li hember vê zihniyetê mezin bikin û biguherin."

(mh-fr)

ANHA