Kongreya Ciwanên MSDˊê bi encamnameyekê bi dawî bû

Kongreya 3’yemîn a Meclisa Ciwanên MSDˊê bi hilbijartina hevserokên meclisê û encamnameyekê bi dawî bû.

Kongreya Ciwanên MSDˊê bi encamnameyekê bi dawî bû
Kongreya Ciwanên MSDˊê bi encamnameyekê bi dawî bû
Kongreya Ciwanên MSDˊê bi encamnameyekê bi dawî bû
Kongreya Ciwanên MSDˊê bi encamnameyekê bi dawî bû
Kongreya Ciwanên MSDˊê bi encamnameyekê bi dawî bû
1 îlon, 2025   21:39
REQA

Kongreya 3’yemîn a Meclisa Ciwanên MSDˊê vê sibehê bi diruşmeya “Bi vîna ciwanan em ê guhertinê ava bikin û yekitiyê pêk bînin ….. Ji bo Sûriyeke pirreng û nenavendî” li bajarê Reqayê dest pê kiribû bi dawî bû. Nûnerên desteyên ciwan, siyasî û civakî yên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, amade bûn. 

‏Di kongreyê de Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Leyla Qereman axivî û bal kişand ser girîngiya beşdariya ciwan û jinan di avakirina pêşeroja Sûriyeyê de.

Her wiha rêziknameya meclisê hat xwendin ku balê dikişîne ser avahiya rêxistinî ya meclisê, armancên wê, şertên endamtiyê. Her wiha rola ciwanan di qadên siysaî û civakî de hat nirxandin.

Di kongreyê de xebatên dema dawîn ên meclisê hatin nirxandin û hilbijartin pêk hatin. Di encamên hilbijartinan de Silêman Nebhan û Nadya Yûsif bûn hevserokên Meclisa Ciwanên MSD’ê.

Kongre bi encamnameyê bi dawî bû ku ji aliyê Silêman Nebhan ve hat xwenidn.

Xalên encamnameyê ev in:

- Pabendbûna bi yekitiya demokratîk û siyasî ya Sûriyeyê.

- Bê alîbûna neteweyî û olî bi rêya destûreke demokratîk ku maf û azadiyê misoger bike.

- Pabendbûna bi nasnameyeke nîştimanî ya Sûriyeyî ya berfireh, ya bi pirrengiya xwe û çandên xwe dewlemend a û li ser bingeha demokrasî, sekularîzm û edaleta civakî.

- Xurtkirina rêgeza hevserokatiyê û hevjiyana azad di hemû astên rêxistinî de.

- Jin di nava meclisê de lêvegera rêxistinî û siyasî ne, divê rola wan were aktîfkirin û taybetmendiyên wan werin mîsogerkirin.

- Têkoşîna li dijî totalîterîzmê, modernîteya kapîtalîst û hemû şêweyên dagirkerî, qirkirin, zayendperastî, neteweperastî û olperestî.

- Ji bo avakirina civatek exlaqî û polîtîk ku pergala baviksalariyê red dike, xebat were kirin.

- Xurtkirina têkiliyan bi ciwanên li Sûriyeyê û yên li derve yî welat re.

- Aktîvkirina Nivîsgeha Têkiliyên Giştî wekî dînamîka ragihandinê ji bo hevrêziya navxweyî û navneteweyî.

(ac/bb)

ANHA