Peymana 10’ê Adarê.. Hikûmeta veguhêz di pêkanînê de sînordar e

Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê di pêkanîna xalên peymana 10’ê Adarê ya der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sînordar dimîne.  Qebûl nake bi temamî xalên peymanê pêk werin.

Peymana 10’ê Adarê.. Hikûmeta veguhêz di pêkanînê de sînordar e
2 îlon, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 10’ê Adara 2025’an de di navbera QSD’ê û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de peymanek ji 8 xalan hate îmzekirin. Xalên peymanê di çarçoveya rêxistinkirina têkiliyan di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de hatine hûnandin. Di heman demê de peyman bi armanca jinûve avakirina xeta siyasî ya li ser esasê beşdarbûna hemû aliyan, pêkanîna agirbesta giştî û entegrasyona saziyên sivîl û leşkerî di çarçoveya dewletê de hat îmzekirin.

Ji dema peyman hate ragihandin ve girîngiya pabendîbûna aliyan bi pêkanîna xalên wê hate nirxandin. Ev bi derbaskirina ber çavan guhertin û geşedanên nû yên têne jiyankirin. Ji ber ev mijar asta pêkanîna xalên peymanê li ser erdê zelal dike.  

Xala 1: Mafê nûnertiyê û beşdariya di çalakiyên siyasî de

Peymana 10’ê Adarê mafê hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê wekî hev a nûnertî û beşdariya siyasî ya di hemû saziyên dewletê de diyar dike. Ev yek jî divê li gorî zanebûn û asta pêkanînê, dûrî cûdahiyên olî û mezhebî pêk were. Piştî peyman hate îmzekirin, civînên destpêkê di 19’ê Adarê û 12’ê Nîsanê de hatin lidarxistin. Balkêş bû hikûmeta veguhêz gavên yekalî avêtin. Di bin navê “Kongreya Dan û Stendinan a Nîştimanî” de kongreyek li dar xist. Paşê ’Danazana destûrî’ bi awayekî yekalî ragihand. Di heman demê de dest bi xebatên amadekirina hilbijartinên “meclisa nûneran” kir. Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû gavên wan red kirin. Di heman demê de ji aliyê nûnerên Durziyan û Elewiyan ve jî heman helwest hat nîşandan.

Xala 2’an: Misogerkirina mafê civaka Kurd

Di peymanê de tê gotin, divê dewleta Sûriyeyê mafê civaka Kurd wekî pêkhateyeke resen nas bike, Mafên Kurdan ên destûrî û hemwelatiyê pêk bîne. Lê ev xal di piratîkê de rastî gelek astengiyan hatiye. Nûnerên şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nûnerên hikûmeta veghêz re gotin, li ser rêya Heleb û Şamê û li ser rêyên di navbera bajarê Sûriyeyê de welatiyên Kurd li ser esasê nasnameyê yan bi îdîaya piştgiriyê didin QSD’ê têne girtin. Ev kirin rêgeza wekhevî û edalet civakî têk dibe. 

Li aliyê din di Konfransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê ya li Qamişlo hate lidarxistin de pêşniyar û nêrînên zelal ji bo parastina mafê Kurdan di destûra Sûriyeyê de hatin destnîşankirin. Lê helwesta hikûmeta veguhêz di pêşwazîkirina şandeya Kurdî de, ne cidî bû û pê re neket dan standineke cidî.

Ji vê zêdetir, hikûmeta veguhêz heta niha mafê pêkhateyên din ên wekî Durzî û Elewiyan jî nas nake, ev nêrîna wan a yekdestdariyê û neqebûlkirina mafê pêkhateyên Sûriyeyê di destûrê de nîşan dide.

Xala 3’an: Agirbest li tevahî xaka Sûriyeyê

Li gorî  xala 3’an a Peymanê 10’ê Adarê, divê agirbest li tevahî xaka Sûriyeyê pêk were. Di civînên destpêkê yên 19’ê Adarê û 12’ê Nîsanê de jî ev mijar bi xurtî hate nîqaşkirin. QSD’ê û hikûmeta veguhêz destnîşan kirin ku misogeriya aştiyê di herêmê de girîng e. Lê li ser erdê rewş cûda ye û ne li gorî peymanê bû. Êrişa hêzên hikûmeta veguhêz ên li dijî bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha tevgera leşkerî ya zêde ya li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku piraniya niştecihên wan Kurd in rastiya vê yekê nîşan dide. Li aliyê din êrişên li Dêrazorê yên li dijî bendavên kontrolê, herî dawî jî êrişa di 31’ê Tebaxê de ya li ser gundên Til Temirê û derdora Bendava Tişrînê îsbatên vê yekê ne.

Xala 4’an: Entegrasyona saziyên sivîl û leşkerî

Herdu aliyan li ser entegrasyona saziyên sivîl û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava dewleta Sûriyeyê de lihev kirin. Di nav de mijara deriyên sînor, balafirxane, zeviyên neft û xazê û her wekî din jî hene. Lê di civîna fermî ya 1’ê Hezîranê de pêşniyara şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew bû ku alîkariyên hevbeş di warê ewlekarî, avakirin û avakirina odeya hevbeş a kar de pêk were. Lê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê berê xwe da nêrîna yekalî ya der barê fesixkirina QSD’ê û hêzên wê yên ewlekarî de û ew wekî endam yek bi yek entegrasyon bike.

Di aliyê îdarî û saziyan de jî tenê bi beşdarbûna wezareta perwede û fêrkirinê ya hikumeta veguhêz û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser ji bo birêvebirina ezmûnên asta navîn û amedeyî yên metiriyalên hikûmeta berê, lihev kirin. Li gorî daxuyaniyên nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hikûmeta veguhêz di pêkanîna entegrasyonê de kêm dimîne û îradeya wan a siyasî ji bo pêkanîna wê nîn e.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di hevdîtina 4’ê Tebaxê de li gel ajansa me li ser entegrasyonê axivî û got "Entegrasyon şirîktî ye. Di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de wê li ser esasê şirîkbûnek nû Sûriyeke nû were avakirin. Ev yek bi zorê nayê çêkirin. Xelkê Dêrazor û Reqayê dixwazin xwe bi xwe bi rê ve bibin.”

Xala 5’an: Vegera ewle ya koçberan û misogeriya parastina wan

Li gorî peymanê, divê vegera ewle ya koçberên Sûriyeyê ya bajar û gundên xwe were garantîkirin. Tevî di civînên koordînekirinê de behsa vê xalê hate kirin, lê heta niha qonaxa dawî ya vegera koçberan û parastina ewlehiya wan pêk nehatiye. Bi taybet di herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin de, wekî Efrîn, Bab, Ezaz, Minbic, Girê Spî û Serêkaniyê.

Rêveberiya Xweseriya  Demokratîk ji aliyê xwe ve lez da xebatên vegera koçberan a ser warê xwe ya ji kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Herî dawîn karwanek ji kampa Mehmûdlê ya li bakurê kantona Tebqa ber bi herêmên hikûmeta veghêz ve bi rê ketin.

Xala 6’an: Dewlet piştgiriya têkoşîna li dijî terorê bike

Li gorî vê xalê divê dewlet piştgiriya tekoşîna li dijî bermahiyên terorê bike. Di heman demê de piştgiriyê di tekoşîna li dijî hemû gefên li ser ewlekariyê de bide. Hikûmeta veghêz di 25’ê Tîrmehê de daxuyaniyên hevbeş di vê derbarê de bi nûnerên DYA û Fransayê re dan. Tê de banga piştgiriya tekoşîna li dijî terorê û xurtkirina civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Lê tevî van daxuyaniyan diyar dibe ku di gavavêtinê de zehmetî têne jiyankirin. Ji ber nerîna di navbera herdû aliyan de li ser rola Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di opersyonên ewlekarî û artêş de. Ev isbat dike di navbera daxuyanî û piratîka fermî ya hikûmeta veguhêz de nakokiyek mezin heye. 

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di daxuyaniyên berê ji ajansa me re got ku QSD’ê hewl da odeyên hevbeş ji bo tekoşîna li dijî DAIŞ’ê ava bike, lê ew jî pêk ne hat.

Xala 7’an: Neqebûlkirina perçebûnê û kîndariyê

Herdû aliyan li ser redkirina parçebûnê û kîndariyê lihev kirine. Di peymanê de herdû alî hewldanên derxistina tevliheviyê di nava civaka Sûriyeyê de red dikin. Şandeya Rêveberiya Xweser di civînan de destnîşan kir ku hewldanên belavkirina kîndarî û parçekirinê di herêmên bin serweriya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de, li dijî Rêveberiya Xweser zêde ne. Di heman demê de hewldanên paşguhkirina Rêveberiya Xweser dewam dikin. Ev tevger pêkanîna xala 7’an a peymanê asteng dike. Valatiyeke mezin di navbera tişta hatiye nivîsandin û piratîka li ser erdê de derdixe.

Ji mînakên vê yekê, hemleyên reşkirinê ne ku hikumeta veguhêz û alîgirên wê li dijî QSD û Rêveberiya Xweser dimeşînin, ku wan bi "Cudaxwaziyê"tawanbar dikin, her wiha îdiayên nerast li dijî pêkhateyên Sûriyeyê wekî Elewî û Durzî belav dikin. Daxuyaniya hikumeta veguhêz a li dijî Konferansa Yekhelwesta Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat dike ku nakokî di navbera duxuyaniyên wan û rewşa siyasî de hene.

Xala 8’an: Xebata komîteyên birêvebirinê pêkanîna peymanê berî dawiya salê ye

Ji bo pêkanîna bendên Peymana 10’ê Adarê demek hat diyarkirin û komîteyên birêvebirinê yên hevbeş hatin avakirin. Di vê çarçoveyê de ji 19’ê Adarê heya 1’ê Hezîranê rêzecivînên koordîneyî hem li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hem jî li Şamê hatin lidarxistin. Tevî vê yekê hikumeta veguhêz beşdarî torên pêş ên dan û standinên wekî hevdîtina Parîsê (9 Tebax) nebû û îdia kir ku hin civîn di çarçoveya niştimanî ya giştî de pêk nehatin, loma jî beşdar nabe. Nebeşdarbûna nûnerên hikumeta veguhêz di dan û standinan de xebatên komîteyên birêvebirinê li gorî dema ku hatibû diyarkirin, asteng kirin. Niha jî dan û standinên nûnerên Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz xetimî ne û demek ji bo lidarxitina hevdîtinan hîna nehatiye diyarkirin, pê re jî zextên dewleta Tirk a dagirker zêde bûne û di encamê de rewş aloztir bûye.

NIRXANDINEK GIŞTÎ LI SER ASTA PABENDÎBÛNA HIKUMETA VEGUHÊZ BI PEYMANÊ RE

Tevî sînyalên erênî û daxuyaniyên fermî, lê asta pabendîbûna hikumeta veguhêz bi piraniya bendên peymanê sînordar in.

Hikumet gavên yekalî diavêje ku giraniya dide navendîbûnê, di danezana destûrî de, avakirina hikumeta demkî, birêxistinkirina hilbijartinên meclisa gel de Rêveberiya Xweser paşguh kiriye. Li aliyekî din girtin û binçavkirina pêkhateyan didomîn.  Ev hemû nîşan didin ku hikumeta veguhêz siyaseta navendî dimeşîne û peymana 10’ê Adarê binpê dike.

Li gorî daxuyaniyên Rêveberiya Xweser û siyasetmedarên Sûriyeyî, nakokiyên diyar di navbera daxuyaniyên dewletên piştevanên diyalog û lihevkirinê (Daxuyaniyên Wezareta Karên Derve ya Fransayê û Wezareta Karên Derve ya DYA) û nêzîkatiyên hikumeta veguhêz a ku beşdarî diyalogan nabe de, hene. Dewleta Tirk wekî astengiyeke mezin li pêşiya pêkanîa bendên peymanê ye, ev jî derfetên avakirina Sûriyeyeke ji bo tevahî pêkhateyên wê lawaz dike.

(dc)

ANHA