Festîvala Zarokan dest pê kir

Bi beşdariya 28 koman ên ji kantona Cizîrê Festîvala 10’emîn a Zarokan li bajarokê Rimêlanê dest pê kir.

Festîvala Zarokan dest pê kir
Festîvala Zarokan dest pê kir
Festîvala Zarokan dest pê kir
Festîvala Zarokan dest pê kir
Festîvala Zarokan dest pê kir
Festîvala Zarokan dest pê kir
Festîvala Zarokan dest pê kir
Festîvala Zarokan dest pê kir
Festîvala Zarokan dest pê kir
Festîvala Zarokan dest pê kir
Festîvala Zarokan dest pê kir
Festîvala Zarokan dest pê kir
Festîvala Zarokan dest pê kir
Festîvala Zarokan dest pê kir
Festîvala Zarokan dest pê kir
Festîvala Zarokan dest pê kir
Festîvala Zarokan dest pê kir
Festîvala Zarokan dest pê kir
Festîvala Zarokan dest pê kir
Festîvala Zarokan dest pê kir
Festîvala Zarokan dest pê kir
Festîvala Zarokan dest pê kir
Festîvala Zarokan dest pê kir
1 îlon, 2025   22:05
QAMIŞLO

Bi dirûşma " Min destê xwe da zarokan, wan ez gîhandim azadiya asîmanan" Festîvala 10’emîn a Zarokan li bajarokê Rimêlanê yê kantona Cizîrê dest pê kir.  Ji tevahiya pêkhateyên kantona Cizîrê 28 komên zarokan beşdarî festîvalê bûne.

Festîvala ku ji aliyê Tevgera Hîlala Zêran a Çanda Jinan ve bi hevkariya Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Huner ya Demokratîk (TEV-ÇAND) ve tê birêxistinkirin, wê 3 rojan li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran dewam bike. Zarokên ji bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê, Çil Axa, Til Koçer û Dêrikê wê şano, stran û govendên folklorîk pêşkêş bikin.

Di roja yekem bi xwendina daxuyaniyek ji tevgerê ve dest pê kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku festîval di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim"  de hatiye lidarxistin. Piştre xwendina daxuyaniyê deqeyek rêz hat girtin û peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo zarokan hat xwendin.

Piştre komên zarokan daketin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş kirin. Navên van koman ev in:

Koma muzîkê ya xwendekarên Dibistana Niwêla ya ji Qamişlo.

Koma muzîkê ya Berfa Çiya ya ji Rimêlanê.

Koma Kevneşopî ya "Dîritna" ya ji Til Koçerê û Koma Zeriya ya govendên foklorîk a xweser.

Koma Jînda ya govendê ya ji Qamişloyê.

Koma Bavê Teyar ya Şano ya  ji Rimêlan.

Koma Dengbêj û Koma Şehîd Dilgeş ên stranan ên ji Tirbesiyê.

Festîval wê sibe bi huner û komên din dewam bike.

(ac/bb)

ANHA