Kongreya ˈRêya Sûriyeya Demokratîkˈ dest pê kir

Li paytexta Belçîkayê Burkselê Kongreya ˈRêya Sûriyeya Demokratîkˈ dest pê kir.

Kongreya ˈRêya Sûriyeya Demokratîkˈ dest pê kir
25 cotmeh, 2024   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi beşdariya, nûnerên partî û tevgerê siyasî, rêxistinên jinan ên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kesayetên serbixwe û endam û nûnerên tevgerên li Sûriyeye û derveyî welat, Kongreya ˈRêya Sûriyeya Demokratîkˈ li paytexa Belçîkayê Brukselê dest pê kir. 

Kongre dê 2 rojan dewam bike û dê astengiyên li pêşiya demokratên sûriyeyî û çareseriyên pêşxistina xebata nîştimanî werin nîqaşkirin

Li gorî berpirsan, armanca kongreyê li gorî biryara Konseya Ewlehiyê ya 2254ˈan dîtina çareseriyan ji alozyia Sûriyeyê, avakirina Sûriyeke azad a demokratîk a nenavendî û pêşxistina hewldanên saziyên muxalif û hevgirtinê ye.

(bb)

ANHA