Dewleta dagirker 4 deverên Dêrikê bombebaran kirin

Balafirên bêmirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker, li herêma Dêrikê 4 dever bombebaran kirin.

Dewleta dagirker 4 deverên Dêrikê bombebaran kirin
25 cotmeh, 2024   12:22
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ajansa me ji herêmê ragihandine, balafirên bêfirokevan û bi çek ên dagirkeran, kargeha Naylon a li gundê Mêrga Mîra, Çiyayê Qereçox, gundê Bestasus û noqteya Asayîşê ya li ser rêya Dêrik-Endîwerê bomberan kirin.

Derbarê encamên êrişan de agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.

(ekip/a(

ANHA