Kongra Star: Divê her kes piştgiriyê bide perwerdeya bi zimanê dayikê 

Kongra Star bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku mafê hemû pêkhateyan heye ku bi zimanê xwe perwerdeya xwe bibînin, divê hemû beşên civakî û çandî piştgiriyê bidin vî mafî.

Kongra Star: Divê her kes piştgiriyê bide perwerdeya bi zimanê dayikê 
10 cotmeh, 2026   13:36
QAMIŞLO

Kongra Star a bajarê Qamişloyê têkildarî biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya girêdayî perwerdeya bi zimanê kurdî, Çerxerêya Şehîdan a li Qamişloyê daxuyanî da.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji hêla mamoste Îbrtîsam Hisên û bi zimanê erebî ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatma Hesen El Casim ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ziman ne tenê wesîleya dan û stendinê ye, ew beşeke resen ê nasnameya mirov, bîr û çanda wî ye, ew piştgiriyê didin hemû pêkhateyên ku dixwazin bi perwerdeya xwe bi zimanê xwe yê dayikê bibînin dikin.

Di daxuyaniyê de bang li hemû pêkhateyan, mamoste, rewşenbîr û çalakvanan hat kirin ku piştgiriyê bidin mafê perwerdey bi zimanê dayikê.

Di dawiya daxuyaniyê de Kongra Star da zanîn ku wekheviya zimanî û çandî ji bo civakeke adilane û yekgirtî rêyeke baş e û wiha hat gotin: “Zimanê me nasnameya me ye, rêzdariya li hemberî nasnameyan berpirsyartiyeke hevbeş e.”

(sb)

ANHA