Li Arjantînê şehîd Lêgerîn Çiya bi bîr anîn

Arjantînê komên femînîst, jinên ji gelên herêmê û ji tevgera jinan a Kurdistanê şehîd Lêgerîn Çiya bi bîr anîn.

Li Arjantînê şehîd Lêgerîn Çiya bi bîr anîn
10 cotmeh, 2026   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li çiyayên nêzî bajarê Cordoba yê Arjantînê, li Espacio de Alina ya ji bo zindîkirina bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya û xurtkirina piştevaniya navbera jinan hatî avakirin, 9’ê Cotmehê civînek hate lidarxistin. Ji komên femînîst, gelên herêmî û tevgera jinan a Kurdistanê gelek kes beşdarî civînê bûn. Geşedanên siyasî yên li Abya Yala û xeteriyên belavbûna faşîzmê hatin nirxandin.

BEŞDARAN TECRÛBEYÊN XWE YÊN TÊKOŞÎNÊ PARVE KIRIN Û LI SER RÊBAZÊN TÊKOŞÎNA HEVPAR NÎQAŞ KIRIN.

Dayika şehîd Lêgerîn Çiya, Patricia jî beşdarî merasîmê bû. aktîvîsta femînîst, mamoste û rojnamevan Claudia Corol di axaftina xwe de bal kişand ser girêdana jiyan û têkoşîna Lêgerîn Çiya.

LI SER PÊŞNIYARA DAYIKA WÊ CIH LÊKIRIN

Claudia Corol bilêv kir ku piştî şehîdbûna Lêgerîn Çiya wan biryar da ku têkoşîna wê li Kurdistanê bidomînin û got, bi pêşniyara dayika wê Patricia ev cih hate avakirin da ku ji bo perwerdeya gel û tenduristiya civakê xebat bêne meşandin.

Claudia Corol diyar kir ku Espacio de Alina tenê mekaneke fîzîkî nîne, di heman demê de tê wateya domandina têkoşîna Lêgerîn Çiya.

ŞEHÎD LÊGERÎN ÇIYA

Lêgerîn Çiya li herêma Patagonya ya Arjantînê ji dayik bû û beşekî zarokatiya xwe li nêzî Cordoba derbas kir û ragihand ku wê piştre li Kubayê perwerdeya tibê dît û têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê nas kir û tevlî vê têkoşînê bû.

Şehîd Lêgerîn sala 2011`an berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û piştî Şoreşa Rojava dest pê dike ew sala 2017`an tev lê şoreşê dibe. Di nava şer de cihê xwe di xebatên tenduristiyê de digire û 17`ê Adarê 2018`an şehîd bû.

ANHA