Kongra Star der barê bûyerên li Hesekê de: Divê herkes bi berpirsyarî tev bigere

Kongra Star da zanîn ku bûyerên li Hesekê bi polîtîkayên hêzên hundirîn û derveyî yên ku dixwazin li ser herêmê bandor û desthilatdariya xwe ava bikin ve girêdayî ye û banga hişyariya li hember polîtîkayên fitne û dijminatiyê yên li Hesekê kir.

Kongra Star der barê bûyerên li Hesekê de: Divê herkes bi berpirsyarî tev bigere
10 cotmeh, 2026   11:06
NAVENA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star têkildarî bûyerên li Hesekê qewimîn û polîtîkayên hin hêzên ku dixwazin di navbera gelên Sûriyeyê de nakokiyan pêk bînin, daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:

"Di salvegera 9’ê Cotmehê ya Komploya Navneteweyî de pêşketinên xeternak ên ku li Hesekê diqewimin, bi aşkera nîşan didin ku ev bûyer ne tesadufî ne. Pêşketina bûyeran ya li pey hev û hilbijartina taybet a roja ku ev bûyere li pey hev derketin holê, nîşan dide ku zihniyeta Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hîn jî zindiye û ev bûyer ji aliyê heman hêzan ve tên tehrîkkirin.

Tengavîna ku li bajêr bi awayekê domdar tê bilindkirin, destwerdanên li dijî sîvîlan û hewldanên ku taxên Kurdî dikin hedef, jiyana hevpar a gelan û ewlehiya herêmê dixin bin xetereyê. Tevgera komên çeteyên çekdar ên ku ji deverên wekî Şedadê, Dêrazor û Reqayê tên anîn û ber bi Hesekê ve tên şandin, hewldaneke cidî ya provokasyonêye. Pêşîlênegirtina tevgerên bi vî awayî, metirsiya pevçûnê di navbera gelan de zêde dike.

Hesekê ne bajarekê ji rêzê ye. Ew navendeke stratejîk e ku hebûna dîrokî ya gelê Kurd têde xurt e, gelên Kurd û Erep û gelên din tê de bi hevre dijîn û di heman demêde berê encamên giran ên polîtîkayên Erebkirinê jiyaye. İiro hedef girtina Hesekê, ne tesaduf e. Di şerê li dijî daişêde hesekê yêk ji navendên girîng ên operasyonên li ser xeta Hesekê, Reqaa, Dêrazor û Şedadde bûye û di vê têkoşînêde roleke diyarker lîstiye. Pêşketinên îro yên li Hesekê, hewldana tolhildanê ya hêz û aliyên ku di şerê li dijî daişêde têk çûne û hewldana xerabkirina têkiliyên di navbera gelandene.

Pêşketinên li Hesekê tenê wekî aloziyeke herêmî jî nikare were nirxandin. Ev pêşketin ji polîtîkayên hêzên hundirîn û derveyî yên ku dixwazin li ser herêmê bandor û desthilatdariya xwe ava bikin, qut nîne. Divê li hember polîtîkayên hêzên ku dixwazin şer li Sûriyeyê careke din kûrtir bikin, bi taybetî polîtîkayên zihniyeta kevn a baasê, ku bi bikaranîna komên çekdar û aloziyên civakî teşeya çivakê perçe dikin û gelan dixin hemberî hev, hişyar bin. İstîsmarkirina hesasiyetên dîrokî yên gelan û afirandina dijminatiyên nû, yêk ji mezintirîn xirabiyane ku dikare li pêşeroja suriyê were kirin û dê tevahiya heremê rûbirûyê encamên ku nayê telafîkirinre bihêle.

Li hember siyaseta pevçûnê ya ku dixwazin li Hesekê biafirînin, rawestîn; ne tenê berpirsiyariya Kurdan an jî erebane berpirsiyariya hevpar a hemû gelan e. Girînge ku hemû pêkhatiyên civakî yên li Hesekê dijîn, li hemberê van provokasyonan helwesteke hevpar bigirin û di dema derketina bûyerên gengaz de jî çalakiyên xwe yên demokratîk û rêwistinî bidomînin.

Em bang li berpirsyarên Sûriyeyê jî dikin û dibêjin; avakirina ewlehiyê li Hesekê, parastina sîvîlan û kontrolkirina tevgerên komên çekdar berpirsiyariya hukumetêye. Divê were aşkerakirin ku konvoyên ji çeteyan pêk tê ji deverên wekî Şedadê, Dêrazorê di kîjan mercan de gihiştine Hesekê, bi kîjan destûran tevgerîne û çima pêşî li ber bi taxên Kurdî ve hatina wan nehatiye girtin. Hikûmet nikare tenê li temaşeyê bilindbûyîna tengezariya di navbera gelande bike. Divê ji bo peydakirina ewlehiyê, parastina mafê jiyanê yê sîvîlan û pêşîlêgirtina hewldanên ku dikarin bibin sedema pevçûnan a di navbera gelan de berpirsiyariya xwe bizane.

Em ji vir bang li hemû gelên Rojava, hêzên demokratîk ên li Sûriyeyê, rêxistinên jinan, rêxistinên civaka sîvîl dikin. Li hemberê polîtîkayên fitne û dijminatiyê yên li Hesekê tê pêşxistin xwedî helwest bûyîn erka me a dîrokî ye. Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna pevçûnekê ku dikare li Hesekê dest pê bike û tevahiya heremê de belav bibe, divê her kes bi berpirsyarî tev bigere. "

(k)

ANHA