Ji Xezayê heta Yemenê herêm ber bi hefteyên aloz ve diçe

Medyaya Erebî îro nivîsî ku şerê berdewam li Xezayê û çareseriyên siyasî yên rawestiyayî serdema pêş de aloz dike, her wiha tirs der barê zêdebûna rageşiyên têkildarî Îran û Yemenê û gefên li ser ewlehiya deryayî û enerjiyê jî zêde dibin.

Ji Xezayê heta Yemenê herêm ber bi hefteyên aloz ve diçe
10 cotmeh, 2026   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsên ku îro di rojname û medyaya Erebî de hatine weşandin, pêşketinên di mijara Filistînê de 3 sal piştî bûyerên 7ê Cotmeha 2023an nirxandin.

XEZAYÊ: ZÊDEBÛNA AZARAN Û GIRÎNGIYA JI NÛ VE NIRXANDINA SIYASÎ

Di rojnameya Îmaratî El Xalîc de, gotarek bi sernavê "Ziyanên Berhevkirî li Xezayê" bal kişand ser xirabûna berdewam a rewşa mirovî li Şerîda Xezayê, wêrankirina berfireh a berdewam û pêlên koçberiyê û tirsên zêde yên ferzkirina rastiyek demografîk û siyasî ya nû li ser erdê.

Di rojnameya El Şerq El Ewset de, gotarek bi sernavê "Dayika Hemû Pirsgirêkên li Rojhilata Navîn" 3 sal piştî bûyerên 7`ê Cotmeha 2023`an li ser pêşeroja doza Filistînê gotûbêj kir.

Rojnameyê li ser çend sedemên ku rê li ber çareseriyê digirin, di nav de bêserûberiya rastgirên Îsraîlê, rola qels a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û berpirsiyariya serokatiya Filistînê bi xwe ji bo ji nû ve nirxandina nêzîkatiya xwe, nivîsî.

ÎRAN: DI NAVBERA DANÛSTANDINÊN ASTENGKIRÎ Û SENARYOYÊN ŞER DE

Di gotarek bi sernavê "Enigmaya Hevjiyanê bi Şerê Îranê re", ku di rojnameya El Xalîc de hat weşandin, nivîskar diyr kir ku krîza DYA-Îranê ketiye qonaxek "hevjiyanê bi pevçûnê re", ji ber cudabûna di hesabên stratejîk ên di navbera Washington û Tehranê de û dijwarbûna gihîştina çareseriyek di demek nêzîk de.

rojnameyê destnîşan kir ku "Hewldanên navbeynkariyê qediyane û dengên wan qels bûne" û israra her aliyekî li ser helwest û şertên xwe hemû hewldanên dîplomatîk heta niha nekarîne bigihîjin tu serkeftinek.

Di heman demê de, di rojnameya Lubnanî El Bînaa de, Wezîrê Derve yê berê yê Lubnanê Adnan Mansûr gotarek bi sernavê "Hejmartina Paşve li Herêmê Dest Pê Kiriye... Ji bo Şer e yan Ji bo Çareseriyê ye?" nivîsand, ku tê de wî li ser danûstandinên rawestiyayî yên DYA-Îranê û pabendbûna her aliyekî bi daxwazên xwe nirxand.

YEMEN: CERIBANDINA HEVPEYMANAN Û XETERA JI BO DERYAVNIYÊ

Rojnameya El Şerq El Ewset gotarek bi sernavê "Hûsî û Zarokên Xizan ên Yemenê" weşand, ku tê de mijara leşkerkirina zarokan û bandora îdeolojîk û perwerdeyî ya ku ji hêla Hûsiyan ve li deverên di bin kontrola wan de tê kirin, nirxand û vê yekê bi rola Îran û komên çekdar di ji nû ve şekildana hişmendiya nifşên nû de ve girêda.

(k)

ANHA