DAIŞ’ê carek din li sînorê Hewîce, êriş kir

Çeteyên DAIŞ’ê cara sêyem li sînorê Hewîce êrişî hêzên artêşa Iraqê kirin û di dema paşvekişînê de ketin kemîna hêzên ewlekariyê. Di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û birîndar bûn.

DAIŞ’ê carek din li sînorê Hewîce, êriş kir
10 cotmeh, 2026   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Rojnews’ê şevê din  çeteyên DAIŞ’ê li gundê Bur Xeliye ya li navçeya Denaniş a ser bi sînorê Hewîce ya girêdayî parêzgeha Kerkûkê, êrişî ser xalek kontrolê ya artêşa Iraqê kirin.

Di navbera her du aliyan de pevçûnek dijwar rû daye û di dema paşvekişînê de çete ketine kemîna hêzên ewlekariyê. Di encamê hejmarek çete hatin kuştin û birîndar bûn, hejmarek jî reviyan.

Hêjayî gotinê ye ku ev cara sêyeme çeteyên DAIŞ’ê li heman sînor êriş pêktîne. Di êrişa beriya niha de 2 polîsên federal hatibûn kuştin. Beriya çend rojan jî çeteyan li sînorê bajarokê Bêcî êrişî artêşa Iraqê kiribû, lê bêyî ziyanên canî çete reviyabûn.

Tevî ku dewleta Iraqê bidawîanîna çeteyên DAIŞ’ê li tevahî Iraqê ragihandibe jî, lê hîna hucreyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê li hinek deverên çol û berî zindî ne. Çeteyên DAIŞ’ê herêmên çiyayî û çandiniyê ji bo xwe veşartin û pêkanîna êrişên ji nişka ve bi kar tînin. Tevî ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi berdewamî operasyon û lêgerînan li wan herêman pêk tînin jî, lê dîsa jî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê wekî metirsiyeke mezin li ser hêzên ewlehiyê û niştecihên herêmê mane.