Kongra Star banga rawestandina şerê li Swêdayê kir

Kongra Star êrişên li dijî bajarê Siwêdayê şermezar kir û got hikûmeta veguhêz ya Sûriyeyê berpirsê zêdebûna “xîtabê nefretê” û êrişên di encama wê de derdikevin.

Kongra Star banga rawestandina şerê li Swêdayê kir
15 tîrmeh, 2025   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star der barê bûyerên li bajarê Siwêdayê diqewimin de daxuyaniyek weşand û got: “Em ji rûdanên xwîndar ên li Siwêdayê bi fikar in.”

Kongrayê destpêkê sersaxî da malbatên qurbaniyan û wiha domand: "Em ji bo giyanê hemû şehîdan, bi taybetî Fewziya El Şaranî sersaxiyê dixwazin ku ji bo parastina rûmeta xwe li hember komên çekdar li ber xwe da.”

Kongra Star diyar kir ku bûyerên li Siwêdayê rû didin, bêçaretiya desthilata veguhêz rave dike ku nikare xîtabê giştî kontrol bike û êdî xîtabî taîfî û ya reşkirina pêkhateyên din serwer e.

Kongra Star diyar kir ku hikumeta veguhêz berpirsê zêdebûna vê xîtabê û êrişên di encama wê de çê dibin nemaze li dijî jinan.

Kongra Star bi tundî êrişên komên çekdar ên ku nûnertiya êlên herêmê îdia dikin, şermezar kir û di heman demê de banga lidarxistina lêpirsîneke acil, zelal kir.

Di daxuyaniyê de Kongra Star bang li hemû hêzên nîştimanî kir ku zimanê diyalogê, dengê aqilê, wijdanê nîştimanî pêş bixin, Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku fişarê li aliyên berpirs bike ji bo ku êrişan rawestînin.  

(ac-şx)

ANHA