YPJ: Êrişa li Siwêdayê êrişa li dijî avabûna Sûriyeya demokratîk e

YPJ`ê êrişên li ser durziyan wekî êriş li dijî avakirina Sûriyeya demokratîk e û li dijî yekitiya gelên wê nirxand. Her wiha Fewziye Fexredîn El Şaranî jî bi bîr anî.

YPJ: Êrişa li Siwêdayê êrişa li dijî avabûna Sûriyeya demokratîk e
15 tîrmeh, 2025   20:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) der barê şer û êrişên li Siwêdayê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Em demekê bi baldarî êrişên giredayî çeteyên hikumeta veguhêz ya Sûriyeyê li  ser gelê me yê durzî dişopînin. Em wan êrişên ku derqanûnî û dervê exlaqê mirovî bi tundî şermezar dikin. Ji ber ku kesên hedef tên girtin zarok, jin û gelê me yên sivîl e. Di heman demê de ev êrişên bê sînor talankirina gund heya êrişa li dijî rûmeta mirovan armanca tunekirina çanda gelê me yên Durziyan di hindurê xwe de dihewîne. Çanda dewlemend a gelê Durzî jî perçeyekê giring ji mozaîka Sûriyeyê ye. Di encama van êrişên hovane de gelê herêmê xwestin xwedî li çand û rûmeta xwe derkevin ji bo vê yekê mafê xwe parastina rewa bikaranî, bi vî awayî gelek ciha pevçûn rû da. Di encama van pevçûnan da gelek mirovên ku xaka xwe giredayî jiyana xwe ji dest da.

Em weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) destpêke ji malbatên wan re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfa dixwazin. Em van êrişên li dijî avabûna Sûriyeya demokratîk ku yekitiya hemû gelan diparêze wek xeteriyekê mezin dibînin. Ev êriş bingeha xwe feraseta zilamê serdest digre û metirsiyeke mezin li ser gelê herêmê dide avakirin. Bê gûman ên ku bi hinceta ewlehiya herême dixwaze wan êrişa mafdar nîşan bide li ber çavê cihanê ewlekariya Sûriyeyê têk dibe û aramiya herêmê xirab dike. Ji bo aramiya heremê, gelê Durzî li ber xwe dide û parastina xwe ya rewa bikar tîne. Ji bo vê yekê tu pirsgirêk van êrişên hovane nikare mafdar bike. Ji bo aramiya heremê em bang hemû hêzên Sûriyeyê dikin pewîst e hemû pirsgirek bi rêya diyologa werin çareserkirin. Ji bo em bikaribin pêşiya diyaloga vebikin yekitiyekê hevgirtî ya jinan û gelan pêwîst e. Ji bo vê em dubare bang dikin ku hevbeş em pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bikin û Sûriyeya demokratîk  ava bikin.

 Di parezgeha Siwêda li gundê Eldor di encama êriş û pêvçunek dijwar de gelek kesan jiyana xwe ji dest da û her wiha ji aliyên êrişkaran ve hejmarek jin hatiye revandin. Di nava van jinên ku bi êrişekê hovane re rû bi rû hatin de dayika ku bi navê Fewziye Fexredîn El Şaranî  seknekî bi rûmet nîşan dide. Ji bo li vîn û rûmeta xwe xwedî derbikeve li dijî van çeteyên hov tax û gundê xwe diparêze. Ev jina şerker û serhildêr di pevçûne de bi hersekê mezin 6 çeteyan dikuje û heya guleya xwe ya dawî li ber xwe dide. Ev sekin ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi taybetî jin  bangekî xweparastin û rêxistinkirinê ye. Bê xweparastina rewa mirov nikare behsa jiyanekê azad û ewle bike. Em li beramberî şehîda nemir Fewziye Fexredîn El Şaranî bejna xwe ditewînin û bi rêzdarî bibîr tînin. Şehîdên mîna dayika Fewziya rêya me ronî dike. Ew di têkoşîna ji bo Sûriyeya demokratîk de dibe rênîşana me. "

(bb)