Konferansa Bijîşkî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir

Bi dirûşma "Tenduristî bingeha pêşketin û rizgariyê ye" Konferansa Yekitiyên Bijîşkî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê dest pê kir.

Konferansa Bijîşkî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir
Konferansa Bijîşkî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir
Konferansa Bijîşkî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir
Konferansa Bijîşkî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir
Konferansa Bijîşkî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir
22 tebax, 2025   13:06
QAMIŞLO

Konferans , li Zagîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo bi tevlêbûna nûnerên Yekitiyên Bijîşkî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bijîşk, xebatkarên tenduristiyê, nûnerên saziyên tenduristiyê yên Rêveberiya Xweser û nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), tê lidarxistin.

Armanca konferansê ew e ku girîngiya tenduristiyê wekî bingeheke sereke ya pirsgirêkên civakî were gotûbêjkirin. Dê ramanên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê azadiya laş û tenduristiya derûnî de, werin vegotin. Di konferansê de dê bandora pevçûn û Tundiyê li ser tenduristiyê were lêkolînkirin û dê bal bê kişandin ser rewşa tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan û mafên wî yên mirovî û tenduristî.

Yekîtiyên bijîşkî yên tev li konferansê bûne dan zanîn ku armanca konferansê avakirina nêrîneke hevpar der barê girêdana di navbera tenduristî û rizgariyê de. Ji ber girîngîdayîna tenduristiya giştî û derûnî bingeha pêşxistina civakan û rizgariya wan e.

Biryar e ku konferans bi pêşniyar û plansaziyê bi dawî bibe.

(k)