Keça Kobanî di Şampiyona Rojavayê Asyayê de rekor derbas kir

Lîstikvaneke ciwan a bi navê Mîrgan Hecî ku ji xelkê Kobanê ye, di Şampiyona Hêza Bedenî ya Rojavayê Asyayê de, ku li Dohayê pêk hat, çar madalyayên zêr bi dest xistin û di beşa xwe de rekor derbas kir.

Keça Kobanî di Şampiyona Rojavayê Asyayê de rekor derbas kir
22 tebax, 2025   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Mîrgan Hecî ku ji şêniyên Kobanê ye, di Şampiyona Hêza Bedenî ya Rojavayê Asyayê de, ku roja pêncşemê, 21`ê Tebaxa 2025`an, li paytexta Qeterê Dohayê pêk hat, destkeftiyek bi dest xist. Wê di beşa giraniya 63 kg de çar madalyayên zêr bi dest xistin.

Mîrgan Mehmûd Hecî ji Kobanê ye û niha bi malbata xwe re li kantona Reqayê dijî. Hîn 10 salî sporên hêza bedenî dikirin, piştî rizgarkirina Reqayê bû yekem endama jin a tîma Sporên Hêza Bedenî li Reqayê.

Mîrgan di 2023`an de li Sûriyeyê di rêza duyemîn de cih girt, dûre jî di Şampiyona Komarê de xelata yekem wergirt, wê di beşa 57 kg de li ser asta welatên Erebî rekor derbas kir.

Mîrgan di Şampiyoniya Hêza Bedenî ya Rojavayê Asyayê de li Qeterê (20`ê Tebaxa 2025ˊan) nûnertiya Sûriye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Niha jî amadekariyên tevlêbûna Şampiyona Cîhanê li Costa Rica (25`ê Tebaxa 2025ˊan) dike.

(k)