Komxebata ‘Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ bi dawî bû

Li Silêmaniyê komxebata platforma ‘Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ hatibû lidarxistin, bi dawî bû. Di dawiyê de encamnameya komxebatê bi îlankirina platforma ‘Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ hate ragihandin.

Komxebata ‘Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ bi dawî bû
5 tîrmeh, 2025   18:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Roj News`ê platform li hola pirtûkxaneya Tewar ya Silêmaniyê bi tevlîbûna gekek siyasetmedar, hûnermend, aktivîst û kesên hatibû lidarxistin. Piştî nirxandinan beşdaran gelek biryar girt.

Li gorî nûçeya ku Roj News`ê parve kiriye, biryar ev in:

Piraniya beşdarvanên li ser lidarxistina konferansê yek deng in.

Em di serdemeke rizgarî û neteweperweriyê re derbas dibin. Divê em neteweperwer bin, bêyî ku bîrdozî an partiya me ya siyasî çi be.

Berdewamiya lidarxistina platform û çalakiyan.

Jin divê li gel yekîtiya neteweyî, li ser yekîtiya xwe bifikirin û bi vê hişmendiyê divê jin divê qonaxê de cih bigirin, divê ne li ser asta kota li ser asta kêrhatî û danehevî di qada siyasî de cih bigire.

Derbarê wan qanûnên dijî jinan kar bikin ku jin di bin sêwanan wan de tê çewisandin. Ji vana Qanûna Kesî.

Divê jin bi yekgirtî di konferansê de cihê xwe bigire ji bo cihê xwe di vê qonaxa dîrokî bibin de bigire. Amadekariyên baştir ji bo Konferansa Jinên Başûr û piştre jî ji bo kongreya sêyemîn a Yekîtiya Jinên Neteweyî. Yekîtiya Jinên Kurd dikare gaveke girîng be ji bo karkirina vê qonaxê.

Divê jin xwe ji qedexeyên îdeolojîk, civakî û hemû ramanên wê diçewisîne rizgar bikin. Divê bala xwe bidin hişmendiya bingehîn û bi awayekî azad bifikirin û têbikoşin.

Divê platform xwe wekî platformek jinan bide nasîn da ku rê li ber fikaran bigire.

Beşdarbûna jinan di vê yekîtiya neteweyî de dê têkoşînek be li dijî pergala kapîtalîst a cîhanî, ku dagirkeriya vê hêza kolonyale, dagirkeriyek li dijî jinan, di nav de pirsgirêkên jinan di warên aborî, siyasî, civakî û hiqûqî de.

Bihêzkirina jinan û ji bo hişyarkirina jinan û mêran derbarê maf û azadiya jinê ji bo ji hişmendiya sermayedarî ya zayendî û weke amûr dîtina jinê dûr bikevin.

Jinên ku di nava parlementoyê de cih digirin bê ku hişmendiya partî û hîzbî kar ji bo jinan bike.

Divê jin li gorî kêrhatî û bi qasî pêwîst di nava komîteyê de cihê xwe bigirin.

Divê jin zextê li ser aliyan bikin da ku bi hev re gavên bi bandor bavêjin.

Sazkirina enstîtuyekê ji bo nûjenî û bihêzkirina jinan di warên aborî, civakî û siyasî de.

Divê di bernameya Konferansa Başûr de li ser asta her çar beşên welat bal were kişandin ser pirsgirêkên jîngehê, ji ber ku rewşa jîngehê pir bi jinan ve girêdayî ye.

Divê di hemî aliyan de jin bala xwe bidin lêkolînan û babetên li ser rewşa jinan.