Xebatên qîrkirina rêya Qamişlo-Dêrikê didomin

Yekitiya Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên xwe yên firehkirin û qîrkirina rêya Qamişlo û Dêrikê dewam dike.

Xebatên qîrkirina rêya Qamişlo-Dêrikê didomin
Xebatên qîrkirina rêya Qamişlo-Dêrikê didomin
Xebatên qîrkirina rêya Qamişlo-Dêrikê didomin
Xebatên qîrkirina rêya Qamişlo-Dêrikê didomin
Xebatên qîrkirina rêya Qamişlo-Dêrikê didomin
5 tîrmeh, 2025   17:25
QAMIŞLO

Yekitiya Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên firehkirin û qîrkirina rêya çûn û hatinê ya bajarên Qamişlo-Dêrikê yên kantona Cizîrê de berdewam dike.

Dirêjahiya vê rêyê 100 kîlometre, firehiya wê 9 metre ye. Qalindbûna qîrê 20 cm û li ser sê qonaxan tê qîrkirin.

Ji bilî belavkirina tîmên firehkirin û qîrkirinê li seranserî rê, îro ji têketina rojhilatê bajarê Qamişloyê ber bi bajarê Tirbespiyê ve xebatên firehkirin û qîrkirinê hatin destpêkirin.

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ev proje di 2022ˊyan de, ji ber girîngiya wê, dest pê kir. Ev rê dikeve xizmetî 5 bajarên sereke wekî Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Girêk Legê û Dêrikê û dikeve xizmetî zêdetirî 500 gundên li seranserî rê.

Piştî rêya "El Ebyed" anku rêya Spî ya ku bajarên Hesekê û Reqayê bi hev ve girê dide, ku dirêjahiya wê 170 kîlometre ye û di sala 2024ˊan de bi dawî bû, ev projeya duyemîn a qîrkirinê ye, ku Yekitiya Şaredariyan dest pê kiriye.

(ac/fr)

ANHA