Piştî 14 salan wezîrê Brîtanyayê serdana Sûriyeyê kir

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê piştî 14 salan îro serdana Şamê kir. Hikumeta Brîtanyayê di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku serdan, beşeke nêzîkatiya dîplomatîk a nû ye ku armanca wê pêşxistin û xurtkirina têkiliyan bi aliyên herêmî re, piştgiriya aramiyê û çareseriya siyasî li Sûriyeyê ye.

Piştî 14 salan wezîrê Brîtanyayê serdana Sûriyeyê kir
5 tîrmeh, 2025   20:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy cara yekê piştî 14 salan serdana Şamê kir.

Hikumeta Brîtanya di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku wezîrê karên deve Lammy li Şamê bi rayedarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re hevdîtin kir.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên rojavayî Lammy di serdana xwe de bal kişand ser piştgiriya hikumeta Brîtanya ji hikumeta veguhêz re û bicihanîna sozên xwe yên mirovî, ewlehî û navneteweyî.

Li gorî daxuyaniya hikumeta Brîtanyayê, serdan beşek ji nêzîkatiya dîplomatîk a nû ye û armanca wê xurtkiirna têkiliyan bi aliyên navneteweyî re, piştgiriya aramiyê û çareseriya siyasî li Sûriyeyê ye.

Li gorî ajansekê girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri, wezîrê Karên Derve û Penaberan Esed Şîbanî pêşwaziya wezîrê brîtanî kiriye. Di serdanê de, têkiliyên dualî yên di navbera her du welatan de, rêbazên pêşxistina hevkariyê, geşedanên herêmî û navneteweyî hatine gotubêjkirin.

Ji destpêka aloziya li welêt ve ku 2011`an dest pê kiribû, cara yekê Brîtanya siyaseta xwe li hember Sûriyeyê diguhere, ev guhertin jî balkêş e.

(şx/fr)