Komxebata ˊAv û aştî hevkariyeke bihêz ji bo paşerojeke geşˊ bi dawî bû

Komxebata ˊAv û aştî hevkariyeke bihêz ji bo paşerojeke geş" bi gelek encamnameyan bi dawî bû. Di dawiya Komxebatê de banga çareserkirina krîza avê û misogerkirina ewlehiya avê, hat kirin.

Komxebata ˊAv û aştî hevkariyeke bihêz ji bo paşerojeke geşˊ bi dawî bû
Komxebata ˊAv û aştî hevkariyeke bihêz ji bo paşerojeke geşˊ bi dawî bû
Komxebata ˊAv û aştî hevkariyeke bihêz ji bo paşerojeke geşˊ bi dawî bû
Komxebata ˊAv û aştî hevkariyeke bihêz ji bo paşerojeke geşˊ bi dawî bû
25 tebax, 2024   20:31
QAMIŞLO

Di çarçoveya Hefteya Avê ya Cîhanê ku ji 25 heta 29'ê Tebaxê dest pê dike de, vê sibê Komxebata "Av û aştî hevkariyeke bihêz ji bo paşerojeke geş" bi beşdariya akademîsyen û nûnerên rêxistinên civaka sivîl dest pê kir.

Di Komxebatê de dozên girêdayî krîza avê ya herêmê bi mijarên "Girîngiya avê û çavkaniyên wê li kantona Cizîrê, Ava binerd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê - rewş û zehmetî, Bandora rêbazên avdanê li ser ava binerd" hatin nîqaşkirin.

Piştî nîqaş li ser mijarên komxebatê hatin kirin, encamname hat dayîn.

 Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Silo encamname xwend û wiha ye:

Ji bo dûrxistina avê ji şer, divê zexta li ser dewleta Tirk a dagirker werz zêdekirin.

Pêwîst e piştgirî ji NYˊyê û rêxistinan ji bo pêkanîna lêkolîn û desteka madî ya têkildarî projeyên nîştimanî were xwestin.

Divê hemleyên hişyariyê yên bi armanca zêdebûna hişyariyê û girîngîdayîna parastina avê û bikaranîna wê werin lidarxistin.

Teknîkên avdanê werin bipêşxistin û bikaranîna teknîkên nûjen ên ava binerdê diparêzin were teşwîqkirin.

Komkirina avê bi rêya sûdwergirtina ji ava baranê.

Aktîvkirina rola jinan di geşkirina birêvebirina daneyên avê. Dê ew bi rêya bernameyên perwerdê û projeyên xurtkirinê û beşdarbûna wê pêk bê.

Hevkariya herêmî û navneteweyî û geşkirina hevkariyê bi aliyên navneteweyî û herêmî re ji bo pevguherîna pisporiyan û tecrûbeyên serketî di rêvebirina daneyên avê de.

Pêşxistina binesaziyê, çaksazkirin û pêşxistina torên avê ji bo peydakirina ava paqij û ewle.

Teşwîqkirina çandina domdar û destekdayîna cotkaran ji bo pêkanîna siyasetên parastina çavkaniyên avê û pêşxistina hilberînê.

Xebitîna li ser avakirina meclisa ewlehiya avê ku saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl tê de cih bigirin.

(mh)

ANHA