Şêniyên Amûdê û Çilaxayê: Têkoşîn dê bi ruhê berxwedana Şêxmeqsûdê dewam bike

Şêniyên bajarên Çilax û Amûdê yên kantona Cizîrê sûcên çeteyên hikumeta demkî yên li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd şermezar kirin. Şêniyan diyar kir ku ew ê berxwedana xwe berdewam bikin heta ku dagirkerî û çeteyên wê têk bibin.

14 ÇILE, 2026   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şermezarkirina sûcên çeteyên hikumeta demkî yên li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê şêniyên bajarên Çilaxa û Amûdê 2 meşên girseyî li dar xistin.

Meşa li Çilaxayê li Qada Jinan a li navenda bajêr dest pê kir. Beşdaran pankartên "Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê" hilgirtin û dirûşmên "Bijî berxwedana Şêxmeqsûdê" û "Şehîd namirin" qîr kirin.

Dema ku gihaştin Qada Şehîd Mesûm, meş veguherî mîtingê. Hevseroka meclisa bajêr Zozan Mihemed şehîdên berxwedanê û hemû kesên ku ji bo parastina herêmê canê xwe feda kirine bi bîr anîn. Zozanê diyar kir ku fedakariya şehîdan destanên qehremaniyê di dîroka Kurdan û hemû gelên azadîxwaz de nivîsandine û soza berdewamkirina rêya şehîdan da.

Endamê Şaredariya Gel a Çilaxayê Mihemed Şerqî diyar kir ku ji êrişa li ser du taxan, armanc ew bû ku îradeya gel û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bişikînin. Lê fedakariya gel û hêzên ewlekariyê îspat kir ku rihê berxwedanê teslîm nabe û kes nikare îradeya gel bişikîne.

Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê" bi dawî bû.

Meşa li Amûdê ku li ser vexwendina Însiyatîfa Gel a bajêr hate lidarxistin, ji Qada Şehîd Cîhad dest pê kir, girseya gel bi dirûşman berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir û pankartên "Şêxmeqsûd, em heta mirinê bi te re ne" û "Bi canê xwe, bi xwîna xwe, em ê te rizgar bikin Şêxmeqsûd" hatin bilindkirin.

Li Qada Jinan, meş veguherî mîtinga girseyî. Piştî deqeyeke rêzirtinê, mamosteyên li Zanîngeha Rojava, Beşîr Mela Newaf axivî û diyar kir ku "Berxwedana li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destanek dîrokî bû, ku hejmareke kêm ya şervanan li dijî êrişên berfireh ên çeteyên hikumetê û yên dewleta Tirk li ber xwe dan."

Mela Newaf li dijî "hewldanên ji nû ve çêkirina DAIŞ`ê û têkbirina destkeftiyên ku bi xwîna gel hatine bidestxistin" hişyarî da. Me Newaf bang li hemû pêkhateyan, bi taybetî pêkhateya Ereb, kir ku berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û mirovî pêk bînin û li hember planên çêkirina nakokiyan di navbera Kurd û Ereban de bisekinin. Her wiha diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi salan e ji bo pêşîgirtina li şerekî navxweyî xebitiye.

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedanê bi dawî bû.

(k)

CIL AXA

AMUDE