Komkujiyên li deverên peravê û Siwêdayê çi nîşan didin?

Komkujiyên li deverên peravê û Siwêdayê binpêkirinên mezin ên li dijî şêniyên wan deveran eşkere kirin û piştrast kirin ku hikûmeta veguhêz a yekalî li Sûriyeyê krîzê kûrtir dike û welêt roj bi roj dixe nav tariyê.

Komkujiyên li deverên peravê û Siwêdayê çi nîşan didin?
Komkujiyên li deverên peravê û Siwêdayê çi nîşan didin?
Komkujiyên li deverên peravê û Siwêdayê çi nîşan didin?
Komkujiyên li deverên peravê û Siwêdayê çi nîşan didin?
Komkujiyên li deverên peravê û Siwêdayê çi nîşan didin?
Komkujiyên li deverên peravê û Siwêdayê çi nîşan didin?
Komkujiyên li deverên peravê û Siwêdayê çi nîşan didin?
19 tîrmeh, 2025   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Her çiqas Sûriyeyê hîna ji binbandora kirîza zêdeyî deh salan derneketiye, komkujiyên li deverên peravê û Swêdayê wekî du nîşanên diyarker di bîra civaka Sûriyeyê de derdikevin pêş. Ev her du komkujî bûne mînakên eşkere yên binpêkirinên mezin ên ku ji hêla hêzên hikûmeta veguhêz ve li dijî sivîlan hatine kirin.

Li perava Sûriyeyê, ku herêm wekî piştgirê rejîma berê dihat naskirin, di meha Adarê de rêze komkujiyên giran û bêserûber qewimîn. Li dijî gelek gundan êrişên leşkerî pêk hatin, li malên sivîlan xistin û bi dehan kes mirin an winda bûn û ji hêla ragihandinê ve nehat şopandin.

Li gorî raporên medyayê û rêxistinên mafên mirovan, hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li wir dest bi êriş û kuştinan kirin ku çend rojan dom kir, çekên giran bi kar anîn, malên şêniyan şewitandin, û bê darizandin hemû endamên hin malbatan hatin kuştin. Çalakvanan destnîşan kirin ku hin gund bi tevahî hatin tunekirin û yên sax mane bi zorê ji malên wan hatine derxistin.

Navenda Sûrîyeyî ya Medya û Azadiya Derbirînê (SCM) di raporekê de diyar kir ku herî kêm 1060 sivîl hatine kuştin, digel kiryarên nemirovane û kirêt ên li dijî jin û zarokan wekî lêdan, dijûnên mezhebî, gefên kuştinê û tirsandina zarokên biçûk. Çend şahidan ragihandin ku êrkşkaran berî ku wan bikujin, pirsa mezhebên wan dikirin.

Li Siwêdayê jî ku yek ji herêmên di seranserê krîza Sûrîyeyê de her tim helwestek serbixwe girtiye û bûye stargeha koçberên ji hemû deverên Sûriyeyê, di rojên dawî de, bi taybetî ji 13ê Tîrmehê û vir ve, binpêkirinên mezin pêk hatin.

Çalakvanan da zanîn ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ketin nava Siwêdayê û komkujiyên bêserûber li dijî bi dehan sivîlan pêk anîn. Her wiha gelek çalakvan û rojnamevan jî binçav kirin û hin ji şêniyên bajêr revandin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) kuştina zêdetirî 300 kesî belge kir û diyar kir ku bi dehan sivîl û çekdarên xwecihî birîndar bûne. 

Hemwextî meşandina rêveberiyeke xweser li Siwêdayê û aşkerekirina sûcên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, berovajî wê li perava Sûriyeyê hemû kiryar û sûcên hikumetê hatin veşartin û komkujî jî heta niha didomin.

Girêdayî wê, çalakvanan destnîşan kir ku asta provakasyona ku tê kirin, bi taybetî ji aliyê rojnamevanên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve bilind bûye.

Ev herdu dersên li peravê û li Siwêdayê nîşan didin ku hemû sûc û binpêkirinên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi armanca ferzkirina yek rengî ne. Ji bo pêşîgirtina li dubarekirina van kiryaran jî rêya tekane avakirina dewleta qanûn û hemwelatîbûnê ye. Eger hikumeta veguhêz bi vî awayî û bi yek rengî bidome ew dê Sûriyeyê ber bi tuneleke tarî ve bibe, ev jî roj bi roj di rêya kiryaran de tê îsbatkirin.

(mh)