Ciwanên Helebê pirtûkên Rêber Apo dixwînin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bajarê Helebê ji bo ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan di kombûnên ciwanên Sûriyeyê de bilav bikin dê pirtûkên Rêber Apo bixwînin.

Ciwanên Helebê pirtûkên Rêber Apo dixwînin
Ciwanên Helebê pirtûkên Rêber Apo dixwînin
Ciwanên Helebê pirtûkên Rêber Apo dixwînin
Ciwanên Helebê pirtûkên Rêber Apo dixwînin
Ciwanên Helebê pirtûkên Rêber Apo dixwînin
Ciwanên Helebê pirtûkên Rêber Apo dixwînin
19 tîrmeh, 2025   03:50
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Komên xwendina pirtûkên Rêber Apo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin.

Ji nav wan koman, koma Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li bajarê Helebê ku ji 15 endaman pêk tê heye. Ev kom parêznameya pêncemîn a Rêber Abdullah Ocalan dixwînin.

Di xelekên xwendinê de bal li ser rexnekirina netewe-dewletê ya ku di çarçoveya modernîteya kapîtalîzmê de hatiye avakirin hat kişandin. Netewe-dewletê civak jev kir, zirar gihandin jîngehê, hegemoniya çînî kûr kir û mêtingeriya çandî bi cih kir.

Li hember netewe-dewlet projeya "neteweya demokratîk" wekî altarnatîfê rizgariyê ya li ser bingeha Rêveberiya Xweser, nenavendîbûnê, rêzgirtina mafên takakesî û komî, ji hêla Rêber Apo ve hat pêşkêşkirin. Ji wê zêdetir Rêber Apo girîngî da rola bingehîn a jinan di her proseyek rizgariya rastîn de.

Girêdayî mijara xwendina pirtûkên Rêber Apo, yek ji beşdarên xelekan, Dunya Bekir ji ajansa me re axivî û diyar kir ku armanc ji tevlêbûna ciwanan li nava koma xwendinê, ew e ku xwe di fikrên Rêber Apo de kûr bikin, hûrgiliyên projeya neteweya demokratîk nas bikin û rêbazên pratîkkirina wê di civakê de nîqaş bikin.

Dunya anî ziman ku we ew pêşerojê  li Heleb û Sûriyeyê pirtûkên rêber Apo bixwînin , da ku ev proje bi awayekî berfireh were şîrovekirin û têgehên wê yên nenas werin zelakkirin.

Di dawiyê de Dunya destnîşan kir ku di vê qonaxa hestiyar de berpirsiyariya dîrokî li ser milê wan e û got: "Rêber Apo Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Divê em ciwanan hişyar û zana bikin, ku welatekî demokratîk, pirrengî û nenavendî ava bikin."

(fr)

ANHA