Şaredariya Gel a Tel Birakê dest bi projeyên xizmetguzariyê kir

Şaredariya Gel a Til Birakê, rêze projeyên xizmetguzariyê yên sala 2025’an, dest pê kir. Di nav wan de asfaltkirin rêyên sereke, guhertina torên kanalîzasyonê û çêkirina depoyên avê.

Şaredariya Gel a Tel Birakê dest bi projeyên xizmetguzariyê kir
Şaredariya Gel a Tel Birakê dest bi projeyên xizmetguzariyê kir
Şaredariya Gel a Tel Birakê dest bi projeyên xizmetguzariyê kir
Şaredariya Gel a Tel Birakê dest bi projeyên xizmetguzariyê kir
Şaredariya Gel a Tel Birakê dest bi projeyên xizmetguzariyê kir
19 tîrmeh, 2025   07:25
HESEKÊ

Şaredariya Gel a Til Birakê ê Kantona Cezîrê, di çarçoveya plana xwe ya sala 2025’an ya pêşxistina binesaziyê û dabînkirina pêdiviyên xelkên bajarê, rêze projeyên xizmetguzariyê pêk tîne. 

Şaredariya Gel dest bi xebata asfaltkirina rêya di navbera bajarê Til Birak û Holê, kiriye. Her wiha projeya sîstema kanalîzasyonê ya nû a ku navçeyên rojava û başûrê bajêr bi hev ve girêdide temam dike, li gel berfirehkirina torên av û kanalîzasyonê. 

Serokê beşa teknîkî ya Şaredariya Gel a li Til Birakê Hemîd Sultan diyar kir ku xebata asfaltkirina rêya başûr beşek ji plana binesaziya ya berfireh e ku ji hêla Şaredariyê ve tê bicîhanîn.

Hemîd Sultan destnîşan kir ku proje ji aliyê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser ve tê fînansekirin.

Li gorî Sultan lêçûna van pirojeyan bi giştî derdora 88 hezar dolar e. Dirêjahiya wê 4 KM, firehiya wê di navbera 6 û 6.30 M de ye, û qalindahiya wê ya asfaltê 7 CM e.

Sultan anî ziman ku ji bo asfaltkirina rêyan 1,722 metrekupî  asfalt ji bo her 1,800 mîtreyan hatiye terxankirin.

PROJEYÊN AVÊ: ZEXTÊ KÊM DIKE Û BELAVKIRINÊ BAŞ DIKE

Di çarçoveya pêşxistina torên avê de, Sultan piştrast kir ku şaredarî niha li gundê Koşo, rojavayê bajêr, û gundê Sîha Mubrad, li ser çêkirina du depoyên avê dixebite, ev yek jî bi armanca başkirina dabînkirina avê ji bo deverên ku av nagihêje wan.

Hemîd Sultan destnîşan kir ku deboya heyî ya li Sîha Mubardê derizî ye û hilweşiyaye, ji ber vê yekê pêdivî bi guhertina wê heye.

Hemîd da zanîn ku ji bo stasyona ava Tal Azan, ku avê dide bajêr, depo hatine çêkirin, ji bo rewşên awarte  jî pompên avê û boriyên yedek hatine peydakirin.

PROJEYÊN BAŞKIRINA TORÊN KANALÎZASYONÊ

Derbarê kanalîzasyonê de, Sultan wiha got: Şaredarî niha projeyekê pêk tîne da ku kanalîzasyoneke kevn a ku taxên rojava û başûr bi hev ve girêdide bi dirjahiya 2 KM ku heta xeta sereke dirêj dibe, nû dike. Her wiha xebat ji bo nûjenkirina xeteke din a hezar û 250 M dirêj, ku çend salan hatibû girtin û xizmeta nêzîkî 100 malên taxa başûr dike, didomin.

JI BO BAŞKIRINA XEZMETGUZARIYAN PROJE BERDEWAM IN

Ev proje di nav karên pêşî yê Şaredariya Gel a Til Birakê yên ji bo sala 2025an de ne, nemaze ji ber şert û mercên xizmetguzariyê yên zehmet ku gundî û deverên gundewarî dikişînin.

Şaredarî tekez dike ku hewldanên wê ji bo dabînkirina xizmetên binesaziyê berdewam dikin da ku rewşa xelkên deverê baş bike.

 (ac)

ANHA