Komîteya Têkiliyên Derve ya Iraqê û RSF'ê êrişa ser rojnamevanan şermezar kir 

RSF û seroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Hikumeta Iraqê êrişa li Silêmaniyê ya li dijî rojnamevanan şermezar kir û xwestin hesab ji dewleta Tirk bê pirsîn.

Komîteya Têkiliyên Derve ya Iraqê û RSF'ê êrişa ser rojnamevanan şermezar kir 
24 tebax 2024   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya bertek û helwestên li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî rojnamevanên ragihandina azad de, Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rojek pitşî hişyariya RSF’ê ya der barê zêdebûna tundiya beramberî rojnamevanên li Herêma Kurdistanê de 2 rojnamevanên jin hatin qetilkirin. Di 23’ê Tebaxê de di encama êrişa bi dronan hatî pêkanîn de Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan û Rêbîn Bekir jî birîndar bû. Her sê rojnamevan jî di kanalê Stêrk TV ku girêdayî Kompanyaya Çetir de xebatên xwe dimeşandin.

Li gorî şahîdan, li navçeya Seyîdsadiq a ser bi Silêmaniyê wesayîtek ji aliyê dronekê ve hatiye hedef girtin. Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ya li Enqereyê ji Agence France-Presse’ê (AFP) re ragihandiye ku êriş ne ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye pêkanîn.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Berpirsê Buroya RSF’ê ya li Rojhilata Navîn Jonathan Dagher di derbarê mijarê de wiha ragihandiye: “Bi qetilkirina sê rojnamevanan tenê di nava du mehan de, Herêma Kurdistanê, di cîhanê de bûye yek ji cihên herî metirsîdar ji bo rojnamevanan. Em vê êrişa ku bûyî sedema mirina Hêro Behadîn û Gulistan Tara, şermezar dikin. Em bang li rayedarên Kurd dikin ku bi hemû hurguliyên wê ve vî sûcê ku li ser xaka wan hatiye kirin eşkere bikin. Divê rayedarên Tirkiyê hesab bidin; Daxuyaniya Wezareta Parastinê têrê nake. Divê rojnamevanên Kurd werin parastin û ji bo Hêro Behadîn û Gulistan Tara divê edalet were pêkanîn.

Seroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Iraqê Dîlan Xefûr jî têkildarî êrişa li ser rojnamevanan a li Silêmaniyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em êrişê û hedefkirina rojnamevanan bi tundî şermezar dikin. Em vê êrişê wekî sûcekî bê sebeb û binpêkirina qanûn û peymanên navneteweyî dibînin, nemaze ku hedefkirina sivîl û rojnamevanan li ser tu aliyan metirsî nin in. Divê tevahî alî rêzê bidin azadiya rojnamegeriyê. Di heman demê de ev êriş binpêkirina serdestiya Iraqê ye."

Dîlan Xefûr êriş û hedefgirtina domdar a sivîlan spart bêdengiya li hemberî êrişên berê. Her wiha diyar kir ku bi cidiyet li ser van êrişan nayê rawestandin û rê li ber nayê girtin.

Seroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Iraqê anî ziman ku erka hikumeta federal e li dijî van êrişan tedbîran bigirin û hesab ji faîlên wê bipirse.

(bb)