TJK-E’yê têkildarî êrişa li ser rojnamevanan daxuyanî da

TJK-E’yê di daxuyaniya xwe ya têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî kedkarên çapemeniya dzad Gulistan Tara û Hêro Behadîn, diyar kir ku ev êriş ne dikarin çapemeniya azad bê deng bikin, ne jî dikarin têkoşîna azadiyê ya Kurdan rawestînin.

TJK-E’yê têkildarî êrişa li ser rojnamevanan daxuyanî da
24 tebax 2024   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) der barê êrişa duh a dewleta Tirk a dagirker a li Seyidsadiq a Silêmaniyê ya li ser rojnamevanan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji kedkarên çapemeniya azad a Kurd Gulistan Tara û Hêro Behadîn di encama êrişa balafireke bêmirov û biçek ên dewleta Tirk de hatin qetilkirin. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst li ser qirkirina qirkirina gel û jinên Kurd siyasetê dimeşîne. Em vê êrişa nemerdane ya rejîma faşîst bi nefret şermezar dikin û ji kedkarên çapemeniya azad, malbatên wan û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em soza zindîkirina xeyala jiyana azad didin Gulistan Tara û Hêro Behadîn. Ev êriş ne dê bikarin çapemeniya azad bê deng bikin, ne jî dê bikarin têkoşîna azadiya Kurd rawestînin.”

TJK-E’yê bang li hemû jinan, gel û raya giştî ya demokratîk kir ku li dijî xiyanet û qirkirinê helwest bigirin û tev li çalakiyên ku bi pêşengiya TJK-E’yê tên lidarxistin, bibin.